Li Samandagê ji bo nobedê gazî tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne tê kirin 2023-03-12 09:03:40 HATAY - Ji bo peywirê gazî tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne û ji bêgavî çûne bajarên din tê kirin.    Li navçeya Samandagê ya Hatayê gelek tenduristkar jî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan an jî gelek jê xizmên wan jiyana xwe ji dest dane. Çendî gelek tenduristkaêrn dilxwaze dixwazin li herêmê bixebitin jî, lê hat hînkirin ku li navçeyê li ser navê tenduristkarên mexdûrê erdhejê nobed tên nivîsandin û ji bo kar gazî wan tê kirin.    Endama Desteya Rêveber a Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Samandagê Nîlgun Aşkanê bilêv kir ku hê birînên giran ên ji ber erdhejê çêbûne necebirandine, ji bo kar gazî wan tê kirin.    Aşkanê diyar kir ku hefteya borî he roja înê li Samandagiyê tenê Navendeke Tenduristiyê di warê aşîkirinê de xebitiye, lê niha hejmar bûye 3. Aşkanê ev tişt gotin: "Lê belê dewlet rê nade pisporên tenduristiyê xizmetê bidin. Ji ber ku heta niha şert û mercên rûniştinê peyda nekirine, neçar in bi keda xwe hin fedakariyên xwe bikin.Lê belê dewlet rê nade pisporên tenduristiyê ku xizmetê bidin. Ji ber ku heta niha şert û mercên hêwirandinê peyda nekirine, ew jî bi derfetên xwe hinekî fedekariyê dikin."    JI BO NOBEDÊ GAZÎ WAN DIKIN   Aşkanê anî ziman ku ji xebatkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Samandagê re lîsteyên nobedê di ser koman re tên şandin û ji wan re wiha tê gotin, "Hûn ê vê rojê werin, hûn ê di vê saetê de li vir bin." Aşkanê da zanîn ku ji tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne û çûne bajarine din jî peyama "Nobeda te heye" tê şandin.    Bi domdarî Aşkan diyar kir ku wan ji Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Samandagê pirsiye ku bê ka şert û mercên jiyanê yên ewle ava kirine yan na û ev tişt anî ziman: "Tê gotin ku 'şert û mercên erdhejê ne û divê her kes fedakariyê bike.'Dê mirov ji Antalyayê bên, rojek du rojan nobedê bigirin û dîsa vegerin. Rêye û xetereyên wê hene. Bi tenê hiştina malbatê, mesref û gelek tiştên din hene. Dema em bi rayedaran re diaxivin, dibêjin 'Em vî karî dikin, dê yên din jî wê bikin.'"   'PLANSAZIYEK DIVÊ'   Di berdewamê de Aşkan wiha axivî: "Pêşniyara me ew e ku di vê pêvajoyê de xebatkarên tenduristiyê li bajarên ku çûnê bixebitin. Jixwe ji gelek deverên Tirkiyeyê dilxwaz hene ku dixwazin werin vir û bixebitin. Ger Wezareta Tenduristiyê bi plansaziyek rast wan peywirdar bike, dê pirsgirêk dê ji holê rabe."   Têkildarî mijarê me telefonî Nexweşxaneya Dewletê ya Samandagiyê kir, lê me xwe negihand tu rayedaran.    MA / Eylem Akdag - Mujdat Can