Zirig: Dahata Şaredariya ji bo saziyên derî peywira şaredariyê hatiye seferberkirin 2023-03-12 09:11:46   ŞIRNEX - Hevşaredar Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, destnîşan kir ku ji roja ku qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hatiye kirin heya niha Dîwana Muhasebatê neçûye şaredariyê kontrol nekiriye û got ku qeyûm dahata şaredariyê ji bo sazî û dezgehên derî şaredariyê seferber kiriye.    Di 29'ê cotmeha 2019'an de qeyûm cara duduyan qeyûm tayînî Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê hat kirin. Ji roja ku qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin heya niha Dîwana Muhasebatê şaredariyê kontrol nekiriye û raporên der barê şaredariyê de belav nekirine. Gava HDP'ê piştî hilbijartinên 31'ê adara 2019'an şaredariyê ji qeyûm stend, deynê şaredariyê 226 milyon TL bû, lê ev deyn niha zêdetir bûye. Qeyûm ji dêvla ku xizmeta gelê navçeyê bike, dahata şaredariyê ji bo sazî û degehên dewletê yên derî peywira şaredariyê, seferber kiriye.    Şaredarê HDP'î Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, tiştên li Şaredariya Cizîrê diqewimin nirxandin. Zirig destnîşan kir ku gelê Cizîrê çûye ser sindoqan û vîna xwe beyan kiriye û AKP'ê di sindoqan de fetisandiye, lê AKP'ê ev yek hezm nekiriye û ji sala 2016'an ve êrişî gelê Cizîrê dike û mafên gelê navçeyê binpê dike.    Zirig da zanîn ku Cizîr ji aliyê dewlet û AKP'ê ve hatiye serobinokirin, hemû binesaziya wê û qadên xizmetguzariyê ji holê hatine kirin û got: “Hemû mal û milkên şaredariyê pêşkêşî derdorên din kirin. Şaredariyeke ku ew qas di nav deynan de hatiye hiştin, ji dema qeyûman heta niha ne ji aliyê Dîwana Muhasebatê, ne ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî û ne jî ji aliyê tu mufetîşan ve nehatiye kontrolkirin. Lê 5 mehên em li ser kar bûn, her tiştê me di bin kontrolê de bû. Hemû xebatên me ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve hatin lêkolînkirin û ji  Dîwana Muhasebeatê û Şûraya Dewletê re hatin şandin. Di encama van kontrolan de me îfade dan û parastina xwe kir. Dema em hatin ser kar, me xebatên xwe tomar kirin û me xwest em wan li gel vegerînin. Lê xebatên me ketin ber lêpirsînê. Lê Şûraya Dewletê, di vê lêpirsînê de em rast dîtin û em ji lêpirsînê derxistin."   XIZMETA SAZIYÊN FERMÎ DIKE   bi domdarî Zirig da zanîn ku yek ji erkên sereke yên şaredariyê berjewendiyên civakê ne û axaftina xwe wiha qedand: "Qeyûm, hemû dahata şaredariyê ji bo sazî û rêxistinên derî şaredariyê seferber kiriye. Ji nûkirina avahiya qeymeqamtiyê, kirîna alavên leşkerî, mesrefên ji bo çalakiyên çandî yên bi hevkariya AKP û walîtiyê bigirin, heya bi merasîmên mezûniyetê yên îmam û meleyan derfetên şaredariyê bi kar tîne. Lê îro ro hema bibêje kevirekî parkeyî jî li kuçe û kolanên Cizîrê nehatiye bicihkirin û binesaziya bajêr ji xizmeta kanalîzasyonê bêpar e. Ev qas tişt li ber çavan e, lê rojekê jî ne mufetîşên Dîwana Muhasebatê ne jî yên Wezareta Karên Navxweyî nehatine ew kontrol nekirine û der barê wan de lêpirsînek nedane destpêkirin."