Keda wan a salekê di bin kavilan de ma! 2023-03-12 10:08:26   MELETÎ - Birayên Alakuş ên li Wêranşarê dijîn, dan zanîn ku berhema keda wan a salekê di bin kavilên erdhejê de ma ye û diyar kirin ku ji 25 tonên mişmişan karîne tenê 5 tonan jê xelas bikin.    Li Meletiyê yek ji çavkaniyên debara xelkê herêmê jî mişmiş û tûntin e. Lê hem mişmiş û hem jî tûtina welatiyan di bin kavilan de man. Mazlum û Yilmaz Alakuş ku birayên hev in, li navçeya Wêranşar a Meletiyê dijîn û cotkariyê dikin. Berhema keda salekê ya birayan di bin kavilan de ma. Ji bo derxistina 25 tonên mişmişan ên di depoya avahiyê pirxesar ku divê bi lezgînî bê hilweşandin de mayîn, birayên Alakuş dest bi xebatan kirin. Di encama xebatên kemçeyê de 5 ton hatin derxistin. Ji ber ku Midûriyeta Giştî ya Karên Av û Kanalîzasyonê ya Meletiyê (MASKÎ) av şebekeyê berda, jêrzemîna avahî di bin avê de ma. Birayên Alakuş dan zanîn ku MASKÎ bi saetan piştre hatiye û av biriye û wiha gotin: “Tevî ku em li dijî derketin jî mitehit kavil rakirin û depo hilweşiya.”    25 TONÊN MUŞMIŞAN DI BIN KAVILAN DE MAN   Ji birayan Mazlum Alakuş anî ziman ku 25 tonên mişmişên wan di bin kavilên avahiyê hilweşiyayî de mane û wiha domand: “Me 5 ton bi derfetên xwe ji wir derxistin. Ji bo derxistina yên din jî me kemçe kirê kir û hewl da derxînin. Me bi kemçeyê kavilên ser mimişan rakirin. Me bi wî awayî 5 ton jê derxistin. Me ser gelemperiya mişmişên din jî vekir. Em çûn firavînê û dê me yên din piştre derbixista. Lê dema em vegeriyayîn, me dît ku av diherike. Em 15 rojan li MASKÎ’yê geriyan ku avê venekin. Îcar em lê geriyan ku avê bibirin. Lê belê bi saetan piştre hatin. Lê dema hatin êdî her tişt dereng bû. Mişmişên li vê derê, mişmişên gundiyan bûn. Me nêzî milyonek û 500 hezar TL’an zirar kir. Divê em vî pereyî bibînin û bidin gundiyan. Lê ma em ê di van şertan de vî pereyî ji ku peyda bikin û bidin gundiyan. Avahiya me di lîsteya avahiyên divê bi lezgînî bê hilweşandin de bû lê tenê firin hilweşiya bû. Depoya mişmişan saxlem bû. Me ji rayedaran re got em malê xwe derxînin piştre hilweşînin. Jixwe me daxwazname dabû Midûriyeta Kooperatîfên Krediya Çandiniyê û di wir de jî hatine qeydkirin.”    KAVIL BI ZEXTA POLÎSAN HATE RAKIRIN   Yilmaz Alakuş jî got ku ji tîmên bo hilweşandina avahî hatin re çendek roj mihlet xwestine û axaftina xwe wiha qedand: “Min ji ewilî nehişt avahî hilweşînin. Tîman, gazî polîsan kirin. Me derdê xwe bo wan jî got lê kesekî li me guhdar nekir. Polîsan got; ‘hûn nikarin xwe têkilî karê mitehitan bikin.’ Min li dijî vê rewşê îtîraz kir. Ji bo lêkolînê bikin, me ji Ofîsa Berhemên Çandiniyê tîmek anî. Wan jî li derve nihêrt û gotin ‘Tu kes dê heqê zirara we nede’ û çûn. Min ev rewş ji polîsan re got û me got ku dê mişmişên xwe bi hewldanên xwe derxînin. Lê polîsan got ku heke em nerazîbûna xwe bidomînin, dê kirariyên qanûnî bikin. Tevî ku me destûr neda jî avahiya me hilweşandin. Qata saxlem jî hilweşandin. Banê depoyê ya saxlem jî hilweşandin.”     MA / Dilgeş Ruvanas