Cihê ku agirê Newrozê qet lê nevemirî: Kurdistana Biçûk 2023-03-12 11:14:09   EDENE - Tevî hemû zext û komkujiyan jî ji salên 1990’î heta niha li Taxa Daglioglû ya Edeneyê ku weke “Kurdistana Biçûk” tê binavkirin, agirê Newrozê tu carî venemirî.    Newroza îsal dê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî" bê pîrozkirin. Agirê Newrozê yê Herêma Çukurovayê dê îsal di 19’ê adarê de li Qada Tirmil a navçeya Akdenîz a Mersînê bê vêxistin. Ji ber erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de, gelên Edene û Osmaniyeyê jî dê li dora agirê Newrozê yê li Mêrsînê tê geşkirin bicivin.    Yek ji navendên ku dê Newroz lê were pêşwazîkirin jî Edene ye. Newroza ku cewhera xwe ji berxwedanê digire, îsal dê li Edeneyê bi formata bîranînê bê pîrozkirin. Di salên 90’î de ji ber zext û zorên dewletê, bi sedhezaran kurd ji cih û warên xwe bûn û berê xwe dan Edeneyê. Ji bo kurdên bajar, Newroz xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Tevî berîqet û êrişên çekdarî jî cara ewil di sala 1990’î de agirê Newrozê li Taxa Daglioglû ya Edeneyê hat vêxistin. Ji wê rojê heta niha ev taxa navborî weke “Kurdistana Biçûk” tê binavkirin.    BERXWEDANA EWILÎ Û AGIR    Xelkê Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhanê di şeva 20’î adarê de li hemû kolan û cadeyan agirê Newrozê vêxistin. Bi gurkirina agir re polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî êrişî gel kir. Şêniyên taxê jî bi xweparastina cewherî bersiv dan û pevçûn derketin. Pevçûn, heta saetên serê sibehê jî berdewam kir. Di encama pevçûnan de gelek welatî û polîs birîndar bûn, polîsên mayî neçar man ku xwe paşve vekişînin û li pey xwe gelek teçhîzat hiştin. Di sersibeha 21’ê Adarê de polîsan xwe ji taxê vekişandin, şêniyên taxê daketin qadan, agirekî mezin vêxistin û govena Newrozê gerandin.    NEWRZOA 1993’YAN   Êrişa herî dijwar a li dijî pîrozbahiya Newrozê, di sala 1993’yan de hate kirin. Di sersibeha 21’ê Adarê de şêniyên taxên Daglioglû, Barbaros, Hurriyet û Yenîbeyê ji bo pîrozkirina Newrozê hewl dan kom bibin lê rastî êrişa polîsan hatin. Gelemperiya beşdaran jin û zarok bûn û polîsan bi panzeran da ser girseyê. Li herêmê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û gelek mal û kargeh hatin gulebarankirin. Li gorî daneyên fermî, di encama êrişan de Ramazan Çetîn (16), Nezîr Kurt (61) û 3 kesên navên wan nehatin zanîn jiyana xwe ji dest dan. Gel jî dibêje ku di êrişan de 11 kes hatin qetilkirin. Dema Mete Altan ê ku tê gotin têkiliya wî bi JÎTEM’ê re heye Midûrtiya Emniyeta Edeneyê dikir, bi hezaran kes hatin derbkirin, hatin binçavkirin û bi sedan kes jî hatin birîndarkirin.    PIŞTÎ 1994'AN   Ber bi sala 1994’an ve cejna Newrozê êdî bi saya berxwedana gel bi pîrozbahiyên nûwaze dihate pîrozkirin. Yek ji şahidên wê demê Mûstafa Yildiz, diyar kir ku Newroz ji sala 1971’an heta niha li taxên piraniya wan kurd bi pêşengtiya înîsiyatîfa gel tên pîrozkirin. Yildiz, da zanîn ku di serdemên ewil de Newroz bi hilkirina agirê li serê kolanan dihat pîrozkirin û Newroza ewil a sala 1990’an bi bîr xist. Yildiz, diyar kir ku cara ewil Newroz bi pêşengtiya Partiya Demokrasiyê (DEP), di sala 1994’an de li Şanoya Mîmar Sînan bi awayekî fermî hatiye pîrozkirin û wiha got: “Wê demê jî bi hezaran kes tev li Newrozê bûn. Di Newroza sala 2013’an de tevî hemû astengkirinên polîsan jî gel li taxên Daglioglû û Xaçerêya Karasuyê hate ba hev û Newroz pîroz kir. Ji ber vê Newrozê, ez û gelek kes tên darizandin.”    Yildiz, axaftina xwe wiha qedand: “Newroz, cejna vejînê ya kurdan e. Cejneke kurda ye. Qedexekirin û înkarkirina vê rast nîne. Dewletê di sala 1993’yan de hêz bi kar anî. Lê belê mirov tevî derbkirin, gulebarankirin û binçavkirinê jî Newroza xwe pîroz kir. Gelek kesan di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan.”    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen