Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin 2023-03-12 11:17:52   ENQERE - Li gorî qedexeyên hilbijartinê yên di Rojnameya Fermî de hatine weşandin, dezgehên weşanê nikarin heta saet 18.00’an têkildarî encamên hilbijartinê nûçeyan çêbikin, texmînan bikin û şîroveyan bikin.    Qedexeyên ku dê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) di hilbijartinên serokkomarî û parlamenteran ên di 14’ê gulanê de bêxe meriyetê, di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Li gorî vê yekê, dezgehên weşanan heta saet 18.00’an nikarin têkildarî encamên hilbijartinê nûçeyan parve bikin, texmînan bikin û şîroveyan bikin.    Tevahiya weşanan dê ji saet 21.00’an ve serbest bin. Heke YSK pêwîst bibîne, dikare beriya saet 21.00’an jî destûrê bide dezgehên çapemeniyê ku weşanan bikin. Di roja dengdayînê de ji bilî polîs û peywirdarên asayîşê, tu kes nikare bi xwe re çek bigerîne.    CIHÊN KÊFÊ DÊ GIRTÎ BIN    Di roja 14’ê gulanê de dê vexwarinên bialkol neyên firotin. Li deverên biaolkol û gişî dê araq neyê firotin. Dê cihên kêfê heta hilbijartin xelas dibe, girtî bin. Her wiha li loqanteyên ku weke cihê kêfê tên bikaranîn jî tenê dê xwarin bê dayîn.    Tevahiya qehwexane, qiraetxane û kafeyên înternetan jî dê di roja hilbijartinê de girtî bin. Dawetên di roja 14’ê gulanê de jî dikarin piştî saet 18.00’an bên kirin lê bi şertê ku li gorî qedexeyên hilbijartinê tevbigerin.