Êrişên bi gazên jehrî yên li Îranê berdewam in 2023-03-12 13:19:33   WAN - Li Îranê li dijî 12 dibistanên xwendekarên keç lê dixwînin bi gazên jehrî êriş hatin kirin.    Ji 30’ê mijdarê heta niha li dijî dibistanên xwendekarên keç lê dixwînin bi gazên jehrî êriş tên kirin. Ev êriş hêj berdewam in. Li gorî nûçeya Rojnews’ê; duh li bajarên Sine, Xuzistan û Gîlanê herî kêm li dijî 12 dibistanan bi gazên jehrî êriş hatin kirin. Li bajarê Sineyê hinek xwendekar ji ber êrişan rakirin nexweşxaneyê.