Serokê Giştî yê TMMOB’ê: Sedema karesatê, neamadebûna saziyan bû 2023-03-12 14:14:06   AMED - Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz têkildarî serdanên xwe yên herêmên erdhejê daxuyaniyek da û wiha got: “Sedema karesatê, neamadebûna saziyan bû. Mixabin rêveberên welat guh nedan me û bi sala ye gavên rê li ber pirsgirêkan vedikin avêtin.”    Serokê Giştî yê Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) Emîn Koramaz û Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Amedê, têkildarî serdanên xwe yên li herêmên erdhejê li Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de endamên TMMOB’ê û gelek endezyar û avahîsaz amade bûn.   ‘TMMOB JI PÊVAJOYA VENÊRÎNÊ DERXISTIN’    Koramaz bal kişand ser hejmara qurbaniyên erdhejê û avahiyên hilweşiyayî û wiha got: “Sedema herî girîng a vê karesatê ew e ku welatê me, bajarên me, avahiyên me û heta xelkê me ji erdhejê re amade nebûn. Mixabin rêvebirên welat li şûna ku guh bidin gotinên me, bi sala ye ji bo pirsgirêk hîn mezintir bibin gav avêtin. Bacên erdhejê, ji bo kêmaniya di bûdçeyê de hatin bikaranîn. Li bajaran qadên kombûna lezgîn û qadên kesk ji bo îmarê vekirin. TMMOB, ji pêvajoyên venihêrînê derxistin. Pergala Kontrolkirina Avahiyan bi tevahî bi wijdana şîrketan re hiştin. Perwerdeya endezyarî, avahîsazî û plansaziya bajêr anîn astekê wisa ku nikare bixebite. Di encama van de jî bûyereke xwezayî ya ku me di demên berê de jî jiya bû, veguherandin karesateke mezin.”    ‘PIRSGIRÊKÊN LI HERÊMÊN ERDHEJÊ HÊJ BERDEWAM IN’    Bi domdarî Koramaz diyar kir ku wan bi Lijneyên Koordînasyonan ên Mêrsîn, Edene, Îskenderûn, Hatay, Dîlok, Mereş, Riha, Semsûr û Amedê re hevdîtin kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me li gorî hewcedariyê, bi rêxistin û endamên xwe yên li bajarên herêmê re nîqaş meşandin. Piştî lêkolîn û peywendiyan, em ê ji Meletiyê vegerin Enqereyê. Em ê li gorî lêkolîn û hevdîtinên xwe, raporekê amade bikin û bi raya giştî re parve bikin. Lê ez dixwazim bi rêya we vê yekê bibêjim; niha herî zêde pêdiviya mexdûrên erdhejê bi cihê mayînê, paqijî û xerakan heye. Ev pirsgirêk hêj jî nehatine çareserkirin. Bi taybetî jî navendên navçeyan hîn ne di wê rewşê de ne ku hewcedariyên xwe çareser bikin. Ji ber wê jî pêwîste em alîkarî û hevgirtina gelên herêmê bidomînin.”   BANG LI ÎTKÎDARÊ KIR    Di berdewamê de Koramaz bang li îktîdarê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Pirsgirêka herî girîng a gelê herêmê, xanî ne. Li wargehên ku em geriyan, me dît ku qadên bicihbûnê yên demkî hîn temam nebûne. Divê hikûmet demildest çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re peyda bike. Hewceya ji bo mexdûrên erdhejê cihên demkî yên şert û mercên wan baş temam bike. Weke TMMOB’ê em ê bi hemû hêza xwe alîkariya bi xelkê herêmê re bidomînin. Li hêla din, bi çalakkirina şax û nûnertiyên xwe yên li herêmê re em ê di zûtirîn demê de pêdiviyên binesaziyê û cih bi cih bînin da ku gelê herêmê ji xizmetên endezyarî, mîmarî û plansaziya bajêr sûd wergirin.”   Daxuyanî bi pirs û bersivan bi dawî bû.