Ji werzîşvan Hîwa Azîzpour agahî nayê girtin 2023-03-13 13:09:30   WAN - Ji werzîşvan Hîwa Azîzpour ê ji ber erîşa gaza bi jehrî ya li dijî dibistanên xwendekarên keç şermezar kir hate binçavkirin, hefteyeke agahî nayê wergirtin.    Di êrişên gaza bi jehrî ya li dijî dibistanên xwendekarên keç a li bajarê Kûm ê Îranê dest pê kir û li gelek bajaran belav bû bi hezaran zarok bi jehrê ketin. Ji bo êrişan şermezar bikin gelek kes tev li çalakiyên di 7’ê adarê de dest pê kirin bûn. Ji werzîşvan û mamosteyê sporê Hîwa Azîzpour ku ji ber tev li çalakiyê bû bi serdegirtina malê hate binçavkirin re hefteyeke agahî nayê girtin. Di serdegirtina ji aliyê hêzên rejîmê ve hate kirin de mal hate belavkirin. Pişt re ji Azîzpour a hate binçavkirin agahî nayê girtin.    Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê diyar kir ku Azîzpour ji mala xwe ya li Sineyê hatiye revandin û ji jiyana wê bi fikar in.