Polîsan dest danî ser tabelaya ‘Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan’ 2023-03-13 13:17:17   MELETÎ - Polîsan li Meletiyê bi hinceta “siyasî” ye dest danîn ser tabelaya “Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan” ku ji bo zarokên mexdûrê erdhejê hatibû avakirin.    Polîsan dest danî ser tabelaya Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan ku ji bo zarokên mexdûrên erdhejê li rex konên Koordînasyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li navçeya navendî ya Çermiktî ya Meletiyê hatibû vedan. Polîsên ku dest danîn ser tabeleya parkê ya ji aliyê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ve hatibû ava kirin, îdiakirin ku navê parkê “siyasî” ye.