Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn 2023-03-13 14:15:39   MÊRSÎN - Komîteya Amadekar a Newroza Mêrsînê starta Newroza 2023’yan da. Berdevkê Komîteya Amadekar Ozgur Çaglar wiha got: “Ruhê Newrozê dê di 14’ê gulanê de veguhere ruhê mezin ê guherînê.”    Komîteya Amadekar a Newroza Mêrsînê têkildarî amadekariyên Newrozê ku dê di 19’ê adarê de li Qada Tirmil a navçeya Akdenîzê bê pîrozkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê daxuyanî da. Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê di daxuyaniyê de amade bûn. Starta Newroza 2023’yan hate dayîn ku diyarî qurbaniyên erdhejên Mereşê hatiye kirin. Berdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Ozgur Çaglar di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got: “Em Newroza îsal bi êşa erdheja 6’ê Sibatê pêşwazî dikin. Mîna li hemû bajarên me,  li Mêrsînê jî em Newrozê diyarî qurbaniyên erdhejê dikin. Em ê Newrozê ne weke cejnê lê bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Ji bo ku birêz Ocalan bikare rola xwe ya dîrokî bilîze, em ê bidawîkirina tecrîdê û azadiya girtiyan biqîrîn. Di heman demê de em Newroza 2023’yan weke mizgîniya têkbirina îktîdarê dibînin.”    BANGA JI BO GEL   Çaglar ji bo tevlibûna Newrozê bang li tevahiya gelan kir û wiha bi dawî kir: “Kesên li dijî demokrasî, edalet û azadiyê dema li vê Newrozê dinêrin dê wêneyê hêviya gelan, yekitî û piştevaniya wan bibînin. Ruh û vîna mezin a ku dê Newroz derxîne holê, dê di 14’ê gulanê de veguhere ruhekî mezin ê guherînê. Em ê teqez vî welatî biguherînin. Em ê îşaretên vê di Newrozê de li gel gelê xwe bidin. Banga me ji bo hemû gelên me ew e ku biherikin qadên Newrozê.”