Kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin hatin berdan 2023-03-13 15:48:17   ÎZMÎR - Endamên HDP û Meclisa Dayikên Aştiyê ku bi hinceta dirûşmên di pîrozbahiya Newrozê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Mahsun Koç, endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê Mehmet Sabrî Gul, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Sûltan Yagmekan, Hanîfe Gumuş, Hediye Korkut û Nufusa Ataç, endamên HDP’ê Famîle Ari, Elfedîn Kol, Gulîzar Dag, Ayten Gulmez, Zeynep Çelîk û ji xizmên girtiyan Fatma Surme di danê sibehê de li Îzmîrê hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê jî hatin berdan.    Tê payîn ku endama HDP’ê Edîbe Sîncar, Întîzar Ozel û Selma Kudum jî piştî kar û barên îfadegirtinê bên berdan.    Di 11’ê adarê de li pêşiya avahiya HDP’a Konakê ya li Çîmentepeyê pîrozbahiya Newrozê hatibû lidarxistin. Hat zanîn ku binçavkirî ji ber dirûşman bi îdiaya “Pesîndayîna sûc û sûcdar” hatine tawanbarkirin. Ji binçavkiriyan pirsa dirûşman hate kirin.