OHD û Baroya Rihayê rapora xwe ya der barê îşkenceyan de eşkera kir 2023-03-13 17:34:20   RIHA –  OHD û  Baroya Rihayê rapora der barê 7 welatiyên de ku li navçeya Pirsûsê bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin bi daxuyaniyekê aşkera kir. Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê rapora xwe ya der barê 7 welatiyan de ku li navçeya Pirsûsê bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin li avahiya Baroyê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Platforma Ked û Azadiyê ya Rihayê jî tevlî daxuyaniyê bû. Daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ve hat xwendin. Oncel diyar kir ku piştî pevçûna 24’ê Sibatê li navçeya Pirsûsê 7 kes hatine binçavkirin û 3 kesên hatin binçavkirin rastî îşkence û muameleya xerab hatine. Oncel wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Midûriyeta Polîsan. A Şaxa TEM’ê ya Rihayê hevjinên hev ku temenê wan di ser 60 salîrastî lêdan û îşkenceyê hatine. Di dema binçavkirinê de ew avêtine xendeqê û çek spartine serê wan. Her wiha welatiyê ku di 50 saliya xwe de hat binçavkirin, hem li gund û hem jî li şaxa TEM’ê rastî lêdan û îşkenceyê hatiye.” ‘POLÎTIKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ’ Oncel destnîşan kir ku di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Destûra Bingehîn de îşkence weke sûc tê dîtin û ev tişt gotin: “Divê der barê efserên îşkenc kirine de tedbîrên pêwîst bên girtin û bên darizandin. Sedemeke îşkenceyan yek jê jî polîtikayên bêcezakirinê ne. Lê bila baş bê zanîn ku li ku îşkence hebe em ê li wir bin. Serdanên ku ji bo lêpirsîna îşkenceyan tên kirin jî bi polîtikayên bêcezakirinê bê encam tên hiştin û lêpirsîneke bi bandor nayê destpêkirin. Ji ber wê jî berpirsên îşkenceyan nayên cezakirin. Berpirsê îşkenceyên ku tên kirin saziyên cemaweriyê ne.” BANGAWAZÎ Oncel bi lêv kir ku ji bo pêşîgirtina li îşkenceyê divê gavên taybet bên avêtin û sûcdarên îşkenceyê bên cezakirin. Oncel anî ziman ku divê peymanên îşkenceyê qedexe dike ku ji aliyê dewletê ve hatine îmzekirin bi baş bên tetbîqkirin û wiha got: “Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê, ji bo bicihanîna erkên Mekanîzmaya Pêşîlêgirtina Neteweyî ya ku amûreke bi bandor û girîng e. Pêşîgirtina li îşkenceyê, divê li hemberî van îdiayên îşkenceyê erka xwe bi cih bîne. Em bang li hemû saziyan dikin ku ji bo pêşîgirtina li îşkenceyê bikevin nava tevgerê.”