Ji bo wênegira ku 7 sal in desteserkirî ye, gotin 'ne li gel me ye' 2023-03-13 20:36:19   ŞIRNEX- Midûriyeta polîsan ji bo wênegira ku 7 sal beriya niha hatibû desteserkirin, got, "tiştekî wisa nehatiye dîtin."    Li navçeya Hezex a Şirnexê di sala 2016’an de rojnamevan Kadrî Esen, Dilgeş Rûvanas û Ferzen Çatak dema ku nûçe dişopandin ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin û piştre jî amûrên wan ê rojnamegeriyê hatibûn desteserkirin. Tevî ku 7 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî kamera û wênegirên rojnamegeran nehatin radestkirin. Rojnameger Kadrî Esen ji bo wenegira xwe wergire, bi rêya parezerê xwe daxwazname ji midûriyeta polîsan re şand. Midûriyeta polîsan got ku "tiştekî wisa nehatiye dîtin."    MA WÊNEGIR FIRIYA!   Rojnameger Kadrî Esen bertek nîşanî vê yekê da û got: "7 sal beriya niha sala 2016’an de, di qedexeya derketina derve de ya li navçeya Hezexê ez û 2 hevalên xwe yên rojnameger hatibûn binçavkirin. Em şev û rojekê do binçavan de man. Piştre îfadeya li dozgeriyê em hatin berdan. Wê demê wênekeşeke min hate desteserkirin. Dîmenkêşê her du hevalên me jî hatibûn desteserkirin. Doza me ji bo ku didomiya makîne nedan me, tenê telefon dan me. Em mafdar hatin dîtin û sûcek li ser me nedîtin. Piştre me jî bi rêya parezerên xwe doza makîneyên xwe kirin û xwest ku bistînin. Niha bersiv dane û dibêjin makîneyeke wisa li cem me tune. Ez bi xwe matmayî mam. Lê min nezanî bû ku ev rasterast bi destê polîsan tê desteserkirin. Bi fermî wênekeşa min desteserkirin. Ma qey makine firiyaye? We teslimî kê kiriye? Min tiştekî wiha sosret nedîtiye. Ez ê bi rêya parezerên xwe doza vê yekê bikim. Ez ê makîneya xwe bistînim. Me binçav dikin, lê desteserkirina amûrên me yên rojnamegeriyê nayê qebûlkirin. Nedin, em ê doza tazmînatê vekin.”