ROJEVA 14'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-14 09:00:06   * Naîme Akçi ya astengdar ku çavên wê nabînin û li Hatayê rastî erdhejê hat, diyar kir ku bi tena serê xwe nikare biçe cihekî û got: "Ji kêliya ewil ve bi tu awayî dengê astengdaran nehat ragihandin."    * Erol Ozerê 65 salî ku nexweşîna pençeşêrê pê re heye û di erdhejê de kulîmeka wî şikestiye ü hevjina wi Hatice Ozer,  ji ber zor û zehmetiyên konan, doza konteynerekê kirin.    * Şaredariya Silopiyayê ku li Bazarcixê aşxane ava kir, dê heya Cejna Remezanê li herêmê bimîne.    * Endamên meclisa Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku dê li qadên Newrozê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biqîrin.    * Endamê Desteya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Rihayê Kemal Yuksekkaya, destnîşan kir ku ger ku pirsgirêkên wekî av, serşûştin û paqijiyê yên mexdûrên erdhejê neyên çareserkirin dê nexweşîn zêde bibin û got ku çareseriya demborî konteyner in.    * Ji şahidên Newroza Cizîrê ya 1992'yan Hasan Altan ku birayê wî, xalê wî û pismamê roja Newrozê hatine qetilkirin bilêv kir ku îro ro Newroz bi saya ruh û têkoşîna sala 1992'yan de bi awayekî azad tê pîrozkirin û got: "Bi saya vê tekoşînê îro tenê kurd, hemû cîhan Newrozê pîroz dike."   * Hevseroka KNK'ê Zeyneb Muradê diyar kir ku 17'emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî kurd deskeftiyeke mezin bû û wiha got: "Ev konferans, bersivek bû ku kesek nikare dengê kurdan û dengê heqîqetê qut bike. Bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê ku em li her derê ne û em dikarin hem bi siyaseta xwe û hem jî bi diplomasiya xwe dikarin doza kurd bi ser bixin."    * Dayik Zennûre Yuce ya diyar kir ku bi çalakiya Sema Yuceyê Newroz nas kiriye, bi lêv kir ku li ser pira Yuceyê di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de avakiriye bi milyonan kes bi ruhê berxwedanê derbas bûne û herkes vexwend qadên Newrozê.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 722’yemîn de berdewam bike.    * Komîteya Amadekar a Newroza Êlih û Sêrtê ji bo pîrozkirina Newrozê dê civîna çapemeniyê li dar bixim. (11.00-13.00)    * Odeya Tabîban a Îzmîrê dê di çarçoveya 14'ê Adarê Roja Tibê de li avahiya odeyê û Qada Cumhuriyetê ya Konakê rêze çalakiyan li dar bixe. (11.00-13.00)    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê di Komcivîna Meclisê ya partiya xwe de biaxive. (12.45)