Şaredariya Silopiyayê dê di Remezanê de jî li Bazarcixê be 2023-03-14 09:28:23     MEREŞ - Şaredariya Silopiyayê ku li Bazarcixê aşxane ava kir, dê heya Cejna Remezanê li herêmê bimîne.    Şaredariya Silopiyaya Şirnexê ku ji roja duduyan a erdhejê heya niha li Bazarcixê aşxane ava kiriye, xwarinê li mexdûrên erdhejê belav dike. Şaredarî ku rojê sê dan xwarinê belav dike, dê heya Cejna Remezanê li herêmê bimîne.    Hevşaredar Suleyman Şavlûk, anî ziman ku ji roja ewil a erdhejê şaredariya wan û HDP li qadê ne û hewl didin pêdiviyên mexdûrên erdhejê peyde bikin. Şavlûk destnîşan kir ku ew şaredariya HDP'ê ji bo propagandayê yan jî reklamê nehatine vir û got ku tenê hewl didin pêdiviyên welatiyan peyde bikin.    Şavlûk bilêv kir ku dê di meha Remezanê de jî ji bo sihora û fitareyê bênavber bixebitin û wiha got: "Bila tu şik û gumaneke bazarcixiyan tune be, em ê bi her awayî xizmeta wan bikin. Şaredariya Silopiyayê, Silopiya, Şirnex û gelê Botanê li cem gelê Bazarcixê ye. Bi wan re bûye yek û perçeyeke wan."    Şavlûk da zanîn ku ger pêdivî hebe, dê piştî Cejna Remezanê jî li wir bimînin.    MA / Rûkiye Adiguzel