Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be 2023-03-14 15:03:11   ENQERE - Li dijî Doza Girtina HDP’ê ji çar aliyên cîhanê peyamên piştgiriyê hatin dayîn. Ji Parlamentoya Ingilistanê 14 parlamenteran li dijî girtina HDP’ê pêşnûme dan.   Ji 20 welatan partiyên cuda, 6 partiyên sîwanê yên navneteweyî, ji Parlamentoya Ewropayê keskan, komên demokrat û çepgir ên civakî, parlamenter, Koma Çepgir a Konseya Ewropayê û ji welatên cuda bi sedan parlamenter peyama piştevaniya bi HDP’ê re dan.   Ji qada navneteweyî partiya siyasî, tifaq, siyasetmedar û parlamenter nerazîbûnên xwe yên li dijî zext û êrişên li ser HDP’ê didomînin. Party of Eûropean Socîalîsts (Partiya Sosyalîstan a Ewropayê-PES), European Free Allîance (Tifaqa Azad a Ewropayê -EFA), Eûropean Green Party (Partiya Keskan a Ewropayê), Party of the Eûropean Left (Partiya Çepgir a Ewropayê), Progressîve Allîance (Tifaqa Pêşverû), Progressîve Înternatîonal (Enternasyonala Pêşverû) û partiyên siyasî ên di Parlamentoya Ewropayê de diyar kirin ku ew li dijî doza girtinê ya li ser HDP’ê ne û bi HDP’ê re di nava piştevaniyê de ne.   UEL: EM QEDEXEKIRINA HDP’Ê BI TUNDÎ REXNE DIKIN   Çepgira Ewropayê ya Yekgirtî ku koma wê di Konseya Ewropayê de heye di daxuyaniyê de wiha got: “UEL, qedexekirina HDP’ê ya bi awayek nîhaî, bi tundî rexne dike. Hikûmeta tirk divê demildest kiryarên xwe yên bi armanca siyasî yên li ser partiyê, rawestîne. Divê pergala edaletê bi temamî ji siyasetê serbixwe bimîne. Em bi HDP’ê serbilin din.”   S&D, KESK/EFA Û GUE/NGL: DÊ DI TÊKILIYAN DE DERBE ÇÊBIBE    Ji PE’yê ku 705 parlamenterên wê di Parlamentoya Ewropayê de hene S&D, Greens/EFA û komên GUE/NGL’ê ji bo piştevaniya bi HDP’ê daxuyaniyek hevpar dan. Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan ku 144 parlamenterên wê hene (Groûp of the Progressîve Allîance of Socîalîsts and Democrats-S&D), Tifaqa Azadiyê ya Keskan û Ewropayê ku 75 parlamenterên wê hene (Greens/Eûropean Free Alîance-Greens/EFA) û Çepgira Yekgirtî ya Ewropayê/Çepgira Kesk a Nordîk bi daxuyaniyek hevpar destnîşan kirin ku ger HDP were girtin, di têkîliyên di navbera YE û Tirkiyeyê de wê derbe çêbibe.   GUE/NGL’Ê PIŞTGIRÎ DA HDP’Ê   Koma Çepgir a di Parlamentoya Ewropayê de jî bi awayek tund doza girtinê ya li ser HDP’ê şermezar kir û piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re diyar kir.   RAPORTORÊ YE’YÊ AMOR HIŞYARÎ DA    Raportorê Daîmî yê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor (MEP, S&D Spanya) destnîşan kir ku biryara girtinê ya li ser HDP’ê wê bibe biryarek hilweşîner.   MALÎN BJORK: DEM DEMA BILINDKIRINA DENGÊ XWE YE   Ji GUE/NGL a Parlamentoya Ewropayê ya YE’yê Malîn Bjork jî wiha got: “Niha li dijî biryara qedexekirinê ya li ser HDP’ê dem dema dengê xwe bilindkirinê ye.”   SCHÎEDER: EV BIRYAR NAYÊ QEBÛLKIRIN   Berdevkê Koma Dostatiya bi Kurdan ya Parlamentoya YE’yê û Parlamenterê S&D’ê yê Awûstûryayî Andreas Schîeder got ku doza qedexekirinê, hewldana rejîma tirk a çewisandinê ye û ragihand ku ev yek nayê qebûlkirin.   VÎLLÛMSEN BANGA RAWESTANDINA ZEXTÊN LI SER HDP’Ê KIR   Ji Alîkariya Serokatiya GUE/NGL’ê ya Parlamentoya YE’yê û Berdevktiya Koma Dostatiya bi Kurdan re Nîkolaj Vîllûmsen ku ji Danîmarkayê ye, peyama “Zexta li ser HDP’ê rawestînin” da.   Ji Partiya Keskan/EFA’yê ya Parlamentoya YE’yê ya Spanyayê Jordî Sole got: “Ez ji Parlamentoya Ewropayê hemû hestên xwe yên piştevaniyê, ji HDP’ê re dişînim.”   Ji S&D’ê ya Parlamentoya YE’yê ya Hollandayê Thîjs Reûten jî got ku ew bi HDP’ê re ne.   Ji Parlamentoya YE’yê GUE/NGL Leîla Chaîbî ev tişt got: “Êrişên derqanûnî yên li ser HDP’ê û zilma bipergal a li ser gelê kurd, divê were rawestandin.”   EFA’YÊ BANG LI TIRKIYEYÊ KIR    Eûropean Free Allîance (Tifaqa Azadiyê ya Ewropayê -EFA) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew ê bi HDP’ê re bin û wiha got: “Em ji rayedarên li Tirkiyeyê dixwazin ku bi dawî li darizandina siyasî ya li dijî HDP’ê tê meşandin, bînin.”   PARTIYA KESKAN A EWROPAYÊ: DIVÊ MAKEQANÛN ROLA XWE YA DEMOKRATÎK BILÎZE    Partiya Keskan a Ewropayê jî diyar kir ku hewldanên otorîterên ên hikûmeta tirk nayê qebûlkirin û bang li Dadgeha Makeqanûnê kir ku van sûcdarkirinên li ser HDP’ê bi rawestîne û li Tirkiyeyê weke aktorek demokratîk rolê xwe bilîze.   BANG LI WELATÊN EWROPÎ KIRIN    Party of Eûropean Socîalîsts (PES- Partiya Sosyalîstan a Ewropayê) piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re diyar kir û got ku ev doza girtinê ya li ser HDP’ê binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.   Her wiha Koma Komîteya Herêmên PES’ê jî têkildarî doza girtinê daxuyaniyek nivîskî weşand û piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re diyar kir.   Parlamentera SPO’yê ya Avûstûryayê Katharîna Kûcharowîts jî ev peyam da: “Erdogan dixwaze HDP’ê bêdeng bike. Ez bang li we dikim ku ji bo şermezarkirina prosedura vê qedexeyê, hemû astên Ewropayê bi kar bînin, Birêz A. Schallenberg. Niha! Prosedur hîna dewam dike.”   Ji Danîmarkayê ENHEDSLÎSTEN jî ev peyam da: “Rejîma tirk ji bo ku HDP tev li hilbijartinan nebe, doza girtinê li ser ferz dike. Ji girtina HDP’ê re na. Ji qedexekirina HDP’ê re na.”   Koma Parlamentoya NUPES – LFI ya Fransayê jî wiha got: “Li Tirkiyeyê ji bo hilbijartineke azad û adilane, ji krîmînalîzekirina HDP’ê re na.”   BANG LI PMME’YÊ HAT KIRIN   Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) jî wiha got: “PCF pêvajoya qedexekirina HDP'ê ya ji aliyê dadgeha destûrî ya ne rewa ve bi tundî şermezar dike. Hevgirtina xwe ya tam a bi HDP'ê re ku ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û piralî dixebite, nîşan dide. HDP ji bo pêşketina civakî û ekolojîk, azadî, wekheviya welatiyan bêyî koka wan a etnîkî û mezhebî be binêre her wiha ji bo azadiya jinan, bi biryar û afirînerî tevdigere. Li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) em daxwaza betalkirina doza heyî û rêzgirtina hiqûq û azadiya hemû gelên li Tirkiyeyê dikin."   Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ev daxuyanî da: “Em daxwaz dikin ku dawî li dozên siyasî yên li dijî qedexekirina partiya HDP'ê bê. Em ji rabirdûya xwe dizanin ku hûn dikarin saziyên me qedexe bikin, lê hûn ti carî nikarin fikrên me yên wekhevî, edalet û azadiyê bêdeng bikin.”   ‘BI HEDP’Ê RE HEVGIRTIN’   Hevseroka DIE LINKE ya Almanyayê û Parlamentera Federal Janîne Wissler hem di daxuyaniya xwe ya Newroza Berlînê de hem jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê banga xwedîderketina li HDP'ê kir û ev tişt anî ziman: “Bi HDP'ê re hevgirtin! Tevî J.L. Melenchon, J. Corbyn, Y. Varoufakis, W.Bello, M. Aubry, M. Schirdewan, I. Villanueva û gelek kesên din, min îmze avêt vê deklarasyonê ku li dijî êrişên Erdogan ên li hemberî HDP’ê ye.”   Serokê Südschleswigscher Wählerverband (SSW) yê Almanyayê Christian Dirschauer jî wiha derbirî: “Em weke pêwîstiyeke nirxên siyaseta xwe, bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re piştgirî dikin û parastina wê dikin. HDP’ê di bername û polîtîkayên xwe yên partiyê de, ji bo civakeke ku mirov lê di nava azadî û edaletê de dijîn û wekhevî lê serdest e, Tirkiyeyeke demokratîk û pirrengî diparêze. Azadiya jinan, komên cuda yên etnîk û olî û ekolojî mijarên girîng ên HDP’ê ne. Em daxwaz dikin ku dawî li darizandina bi motîvasyona siyasî ya domdar were. Em li gel HDP'ê li dijî vê disekinin. Û em Tirkiyeyeke demokratîk diparêzin ku destûr ji hemû partiyên siyasî re tê dayin ku xwe azad bikin."   ‘ARMANC KRÎMÎNALÎZEKIRINA KIRYARÊN SIYASÎ YE’   Daîreya Îtîfaqa Pêşverû ya Karûbarên Navneteweyî û Têkiliyên Derve ya Yewnanîstanê ya SYRIZA, bi sernavê “Ji bo doza li dijî HDP’ê dewam dike daxuyanî” hat dayîn: "(...) Zilma siyasî ya li dijî dijberên desthilatdariya heyî, bi armanca krîmînalîzekirina kiryarên siyasî û tepisandina mûxalefetê beriya hilbijartinên serokkomariyê dest pê kir. Pêvajoya darazê ya heyî, bi taybetî li dijî HDP'ê, encama çewisandina bi salan e. Rêveber, wekîl, nûnerên herêmî yên hilbijartî û endamên asayî yên partiyê bi cezayên giran ên girtîgehê an jî weke rehînên siyasî tên girtin. Li welatekî endamê Konseya Ewropayê divê nirxên demokrasî û pirdengî zelal bin. Em tev li wan hêzan dibin ku daxwaza dawîanîna darizandina bi motîvasyona siyasî ya domdar dikin. Tifaqa Pêşverû ya SYRIZA’yê hevgirtina xwe ya bi têkoşîna HDP’ê ya ji bo hilbijartinên adil û demokratîk nîşan dide û hêvî dike ku Dadgeh biryara qedexekirina xebatên HDP’ê nede.”   JI KESÊN NAVDAR BANG   Li ser navê Progressive International ji 23 welatan rêveberên siyasî bang li Erdogan kirin û gotin, “Êrişên hiqûqî yên li dijî HDP'ê bi dawî bikin." Di nav kesên navdar ên ku bang kirine ev hene: "Noam Chomsky (Profesor, DYE), Jeremy Corbyn (Endamê Parlamentoyê” Janine Wissler (Endama Bundestag; Hevseroka Die Linke, Almanya), Yanis Varoufakis (Endamê Meclisa Yewnanîstanê), Jean- Luc Melenchon (Endamê berê yê Meclisa Neteweyî, Fransa), Idoia Villanueva (MEP; Serokê Sekreteryaya Navneteweyî ya Podemos, Spanya), Gonzalo Winter (Endamê Meclîsa Nûneran, Şîlî) Alejandro Sánchez (Endamê Senatoyê, Uruguay)."   Tifaqa Pêşverû (Progressive Alliance) ku rêxistina sîwanî ya 135 partiyên sosyal demokrat û sosyalîst ên ji 93 welatan e, di "Deklarasyona Piştgiriya bi HDP'ê re" de wiha tê gotin: “HDP di bername û polîtîkayên xwe yên partiyê de, Tirkiyeyeke demokratîk û piralî ku tê de mirov di nava azadî û edaletê de bijîn û civakeke ku wekhevî lê serdest be, diparêze. Azadiya jinan, komên cuda yên etnîk û olî û ekolojî mijarên girîng ên HDP’ê ne. Em daxwaz dikin ku doza ku niha li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û bi hincetên siyasî tê şopandin, bi dawî bibe. Li hemberî vê em li cem HDP’ê ne. Û em Tirkiyeyeke demokratîk diparêzin ku hemû partiyên siyasî tê de dikarin xwe azad bikin."   PEYAMÊN PIŞTGIRIYÊ BELAV DIBIN   Wekî din, komên partiyan, parlamenterên ji Spanya, Îtalya, Norveç, Swêd, Swîsre, Polonya, Portekîz, Ingilistan û DYA'yê daxuyaniyeke hevgiriya bi HDP'ê re dan. Kesên ku li dijî doza girtinê daxuyaniya hevgiriyê ya bi HDP'ê re dane wiha ne:   "Îtalya: Parlamenterên Partiya Demokrat di Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Nûneran a Îtalyayê de   Îtalya: Hevbendiya Çep a Kesk a Îtalyayê (Alleanza Verdi Sinistra)   Îtalya: Nicola Fratoianni, parlementer, sekreterê neteweyî yê Sinistra Italiana   Îtalya: Laura Boldrini, Partiya Demokrat, parlamenter   Îtalya: Fabio Massimo Castaldo (Parlamenterê AP, Cîgirê Serokê AP, M5S Îtalya)   Norveç: Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re li Norwêçê, Stina Bergsten û Truls Strand Offerdal, hevserok   Norveç: Partiya Sor Norveç, Bjørnar Moxnes, serokê Partiya Sor a Norveçê, Ylva Holm- Torsteinson, Depê Navneteweyî, serokê Partiya Sor a Norveç   Polonya: Parlamenterê Maciej Konieczny, Razem   Portekîz: Bloco de Esquerda   Spanya: 55 wekîlên ji komên cuda yên siyasî yên Kongreya Parlamenteran   Spanya: PODEMOS;   Spanya: Andalucia Por Si   Spanya: Laura Castel Fort, ECR, Senator, Cîgirê Serokê UEL/PACE   Spanya: MES PER MENORCA   Spanya/WELATÊ BASK: Eusko Alkartasuna (EA)   Spanya/KATALONYA: Partiyên serwer ên Katalan + Ruben Wagensberg   Spanya/KATALONYA: Esquerra - Çepên Komarî yên Katalonyayê   Spanya/KATALONYA: CUP Candidatura d'Unitat Popular - (Namzediya Yekîtiya Gel)   Spanya/KATALONYA: Unitat Catalana   Spanya/KATALONYA: Raül Romeva i Rueda (Aborîzan)   Swîsre: BastA! (Basels starke Alternatîf) -Alternatîfek bihêz a Baselê-   Swîsre: Feministischer Streik Basel   Swîsre: Partiya Sosyal Demokrat a Swîsre   Swêd: Partiya Çep (Vänsterpartiet);   Ingilistan: Li Parlamentoya Ingilistanê 14 parlamenter   DYA: Komîteya Navneteweyî ya DSA.