Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin 2023-03-14 15:03:32   ENQERE - Derbarê parlamentera HDP’ê Semra Guzel a girtî de bi daxwaza ji 3 salan heta 7 sal û 6 mehan cezayê hefsê îdianame hate amadekirin.    Derbarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel a girtî de ji ber sûcê “di belgeyên fermî de sextekarî” bi daxwaza 3 salan heta 7 sal û 6 mehan cezayê hefsê îdianame hate amadekirin. Di îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê amade kirî de hate bibîrxistin ku derbarê Guzelê de di çarçoveya dosyayên 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulh a Enqereyê de biryara girtinê heye. Îdianame ji 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re hate şandin.    23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ku îdianame qebûl kir, diyar kir ku ji dosyaya peyketinê Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê xwedî raye ye û biryara bêrayetî da. Dadgehê xwest ku dosya ji Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re bê şandin.    Dema îdianame hate qebûlkirin wê darizandina Guzelê di rojên pêş de dest pê bike.