Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû 2023-03-14 15:26:06   ÊLIH - Agirê Newroza Êlihê dê di 19’ê adarê de bê vêxistin. Endama Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê Narîn Erol wiha got; “Hêrsa gel dê li qadên Newrozê veguhere hêviyê” û banga tevlibûnê kir.    Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê têkildarî bernameya Newrozê ku dê di 19’ê adarê roja yekşemê bê lidarxistin, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” hate daliqandin. Endama Komîteya Amadekar Narîn Erol di daxuyaniyê de axivî û got ku Newroz cejna vejînê ya gelan e. Erol, axaftina xwe wiha domand: “Newroz, jiyan e, azadî ye. Serkeftina Kawayê Hesinkar a li dijî zalim Dehaq e. Gelên me bi hezaran sala ye bi vê hişmendiyê Newrozê pîroz dikin. Newroz; roja mezinkirina têkoşîna li dijî zalim, dîktator û pergalên yekzilamî ye. Mîna her salê dê Newroza îsal jî bibe mizgîniya hêviyê û agirê azadiyê.”    Erol, axaftina xwe wiha qedand: “Di erdhejê de bajar, gund û jîngehên me hilweşiyan. Êş û hêrsa mezin e. Em, Newroza îsal diyarî qurbaniyên erdhejê dikin. Sedema vê wêraniyê îktîdara AKP-MHP’ê ye. Em ê di Newrozê de hesabê ji vê îktîdara zordest bipirsin. Dê tiştên wan kirin bo wan nemînin. Em ê qadên Newrozê veguherînin qadên têkoşînê. Ji Amedê heta Stenbolê, ji Aydinê heta Qersê, ji Îzmîrê heta Antalyayê, ji Enqereyê heta Colemêrgê em ê li her deverê vê îktîdarê vexwînin meydanê. Dê li qadên Newrozê hêrs veguhere hêviyê. Dê Dehaqên zalim biavêjin sergoya dîrokê. Dê Kawayên Hesinkar îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê hilweşînin. Banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku tev li Newrozê bibin.”    Newroza Êlihê dê saet di 10.00’an de li Qada Newrozê ya Taxa Pazaryeriyê dest pê bike. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran weke axevêr tev li bibe. Hunermend Nûray Balik û Awazên Azad dê derkevin ser dikê.