Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin 2023-03-14 15:43:57   ŞIRNEX - Danişîna duyemîn a doza Îbrahîm Barkin ê ku Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetîl kir jê tê darizandin li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat lidarxistin. Di danişînê de hat destnîşankirin ku kujerên jinan hêza xwe ji polîtîkayên dewletê digirin.   Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di 14’ê Gulana 2022'yan de cenazeyê Sakîne Kultur (40) bi awayekî îşkencekirî hatibû dîtin. Cenzaze li ser rêya newala Bêspinê ya girêdayî bajarokê Tilqebînê ji hêla şofêrek kamyonê ve hatibû dîtin. Di lêpirsîna ku derbarê cenazeyê Kultur de hatibû kirin de wekî gumanbar Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin di 15’ê gulanê de hatibû girtin.   Danişîna duyemîn a doza ku bersûc Îbrahîm Barkin jê tê darizandin îro li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîra Şirnexê hat lidaristin. Bersûc Îbrahîm Barkin bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê hat kirin.    Baroya Şirnexê, Navenda Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê  ya Şaxa Amedê, Tevgera Jinên Azad(TJA), Endam û rêveberên rêxistina HDP’ê yê navçeya Cizîr û Silopyayê tev li danişînê bûn.     Daneşîna ku bi tespîtkirina nasnameyan, guhdarkirina bersûc û şahîdan dest pê kir, bi parastina parêzeran dewam kir.   FALIYETÊN OCAXÊN TAYBET HAT PIRSÎN    Parezêrê Kultur Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz ji bersûc falîyetên Ocaxên Tevgera Taybet pirsîn. Bersûc, îdîa kir ku tevger ji bo alikariya civakî ya ji malbatan û li dijî tiryak û hişbirê hatiye vekirin.   'JI POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAHIŞTINÊ SÛDÊ WERDIGIRIN'    Dîlsîz destnîşan kir ku di demên dawîn de hêzên paramîlîter bi rêya sazî û rêxistinên civakî karên li dijî qanûnan dikin û ji bo pereyan van sazîyan bi kar tînin. Dîlsîz wiha berdewam kir: “Bersûc qetlîamek plankirî pêk anîye. Parastinên wî bi tevahî ji bo ku ji sûcê rizgar bibe an jî ji bo ku cezayê wî kêm were dayînin. Piraniya bersûcên ku di saziyên dewletê de dixebitin û jinan qetîl dikin hewil didin ku bi rêya karê dikin qetlîamên dikin rewa bikin. Ev bersûc ji polîtîkayên bêcezahiştinê sûdê digirin."    'KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E'    Ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parezêr Oyku Çakmak Uysal jî destnîşan kir ku qetîlkirina Kultur nîşan dide ku kuştina jinan polîtîk e û got: “Kujerên jinan ji ber polîtîkayên heyî bi cezayên giran nayên darizandin. Li herêmê di pêvajoyên dawîn de mînakên bi vî rengî zêde dibin. Bi îdîayên dîtina kar û alikariyên ji bo malbatan, civak ji aliyê wan tevgerên paramîlîter ve tên xapandin. Em daxwazin ku tevger û rêxistinên bi vî rengî werin lêkolînkirin.”     Navenda Polîtîkayên Civak û Malbatê jî diyar kir ku bersûc ji destpêkê ve heta niha xwe bi îdayên şantaj û tahrîhê hewil dide rizgar bike û divê bersûc bi cezayekî giran were darizandin.   DOZ HAT TALOQKIRIN    Piştî axaftinan Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê xwest di danişîna pêş de rapora otopsiyê ya qetîlkirina Kultur ji Sazîya Tipa Edlî ya Stenbolê bi berfirehî were girtin û qeydên nexweşxane û belgeyên tibî li ser dosyayê were zêdekirin. Dadgehê dozê taloqî 30’ê gulanê kir.