Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan 2023-03-14 15:46:26   HATAY- Xirbeyên Hatayê li zeytûngehan tên xalîkirin. Piştî berteka welatiyan, karûbarê rijandina xirbeyan hate sekinandin.    Xebatên rakirina xirbeyên avahiyên di erdhejê de li Hatayê hilweşiyane didomin. Di xebatan de talûkeya “absestê” tê paşguhkirin û xirbe li zeytûngeha Taxa Balliozê ya 8 kîlometreyan dûrî navenda bajar tên xalîkirin. Şêniyên herêmê bertek nîşan dan û li ser vê yekê valakirina xirbeyan a li vê derê hate sekinandin. Di heman demê de hewl dan bi axê ser xirbeyan bigirin.