Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin 2023-03-14 16:11:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkarên tenduristiyê yên ji ber erdheja navenda wê Mereşê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin, anî ziman ku pirsgirêkên di pergalê de ji xebatkarên hemû bar dane ser milê xwe re weke tundî vedigere.    ÎZMÎR    Civîna çapemeniyê ya li Odeya Bijîşkan a Îzmîrê pêk hat, nûnerên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî û her wiha bijîşk jî amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Sekretera Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Ceylan Ozkan ve hat xwendin.     Dû re Serokê Odeya Bijîşkan ê Îzmîrê Suleyman Kaynak diyar kir ku di encama polîtîkayên 21 salan ên desthilatê nexweş veguherîne mişteriyan, nexweşxane jî veguherîne ticaretxaneyan û wiha got: “Li gorî daneyên Wezareta dadê gelemperiyê welat hezar û 534 nexweşxane hene. 900 ji van girêdayî wezaretê ne 68 ji wan girêdayî nexweşxaneya zanîngehê ne û 566 jî nexweşxaneyên taybet in. Mijara çend ji van nexweşxaneyan ji erdhejê re saxlem in divê niha yek ji girîngtirîn madeyên rojevê be. Hejmareke zêde ya nexweşxaneyên li herêma erdhejê zerar dîtin û nikarîbûn xizmetê bidin. Di warê tesîsên tenduristiyê yên li Îzmîrê de divê rîska erdhejê ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin.”   Piştî daxuyaniyê kedkarên tenduristiyê yên tacegul danîn ser birdariya Ataturk a li Qada Komarê, ji bo bîranîna kedkarên tenduristiyê yên di erdheja navenda wê Mereş de jiyana xwe ji dest dan, qûrnefîl avêtin behre. Herî dawî jî ji Bîrdariya Tibbiyelî Hîkmet tacegul hate danîn.    Şaxa SES’a Îzmîrê jî têkildarî rojê li Qada Komarê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.    WAN    Odeya Bijîşkan a Wan û Colemêrgê li ber odeyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek bijîşk û kedkarên çapemeniyê tev li bûn de ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin. Pişt re metna çapemeniyê ya Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ahmet Koç xwend. Koç diyar kir ku di erdhejê de pergala tenduristiyê jî di bin kavilan de ma û anî ziman ku pergala tenduristiyê ya li welat di bin navê ‘veguherîna di tenduristiyê de’ veguheriye xizmeteke ji bo qezencê.   Koç da zanîn ku salane zêdetirî 450 milyon nexweş serî li saziyên tenduristiyê didin û wiha got: “Di hawireke wiha de xebatkarên tenduristiyê yên ku ev qas nexweşan xwedî dikin, hemû barê dikeve ser milê xwe di vê kaosê de hildigirin, ji ber vê yekê pirsgirêkên ku di qada tenduristiyê de çêdibin bandorê li bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên li wir dixebitin dike û weke tundiyê vedigere. Di bin van hemû karên giran de mixabin em dibînin ku kedkarên tenduristiyê heqê keda xwe wernagirin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku gel bigihe pergaleke tenduristiyê ya bi kalîte û bi zimanê dayikê ya bêpere û kedkarên tenduristiyê heqê xwe bigirin.”