TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir 2023-03-14 16:48:12   AMED - Desteya Tahkîmê ya TFF’ê cezayê 9 maçên bêtemaşevan dabû Bûrsasporê kêm kir û daxist 7 maçên bêtemaşevan.    Li Bûrsayê di 5’ê adarê de Amedspor û Bûrsaspor ji bo maçê hatibûn miqabilî hev. Li dijî lîstikvan û alîgirên Amedsporê êrişên nijadperest pêk hatibûn û bi posterên kontragerîla Mahmût Yildirim ê bi nasnavê “Yeşîl” û Torosê peyam dabûn kurdan.    Desteya Tahkîmê ya Federasona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber van êrişên nijadperest cezayê 9 maçên bêtemaşevan li Bûrsasporê birîbû. TFF’yê cezayê birîbû zêde dît û ceza ji 9 maçan daxist 7 maçên bêtemaşevan. Desteya TFF’yê her wiha cezayê pere yê 326 hezar lîreyê kêm kir û daxist 256 hezar lîreyî.