Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin 2023-03-14 17:03:12   AMED - Şîna endamê HPG’ê Abdurrahman Saltan ku di êrişên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Endamên HPG’ê Tarik Tunç, Erdal Bozkurt, Firat Ay, Orhan Sagniç, Mazlum Gelhat û Abdurrahman Saltan di encama êrişa dewleta tirk a di sala 2017’an a li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo Saltan, li Mala Şînê ya Farqîniyan a li navçeya Rezan a Amedê şîn hate danîn. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy û endam û rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyên Rezan, Sûr, Peyas, Bismil û Hezoyê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Hewldana 78’an, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek welatî çûn sersaxiyê.