Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin 2023-03-14 17:28:26     ŞIRNEX - Girtiyê nexweş ê bi navê Naîf Îşçî ku bi telefonê bi malbata xwe re axivî, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê gelek zext û êrîşan li wan dike û da zanîn ku roj nîne ceza nedin wan.    Girtiyê nexweş ê bi navê Naîf Îşçî ku 12 sal in girtî ye û di Girtîgeha Tîpa T a Xelatê de tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî û zext û êrîşên rêveberiya girtîgehê vegotin.    ‘ROJ NÎNE KU CEZA NADIN’    Îşçî, da zanîn ku êrîşên girtîgehê yên li dijî wan her ku diçe zêde dibin û ev agahî dan: “Hem midurê girtîgehê û hem jî gardiyanên girtîgehê li dijî me gelek xirab in. Gelek car in bêsedem ceza didin me. Dixwazin ku înfazên me bişewitînin. Pirtûkên me nadin me, odeyên me naguherînin. Hevalên me nexweş in tedawî nakin, nabin nexweşxaneyê. Midurê girtîgehê hatiye guhertin. Di nava van sê mehan de roj nîne ku ceza nadin hevalên me. Her wiha rojnameyan jî nadin me.”    BANG   Îşçî, banga hestiyariyê li raya giştî kir û got: “Em dixwazin ku parezer û parlementer li ser vê rewşê bisekinin. Rewşa vir nebaş e. Heke ku wiha bidome dê înfazên me tevan bişewitnin. Li ser me zext û êrîş hene.”