Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû 2023-03-14 18:25:22   MEREŞ - Navenda wê Çaglayancerît a Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû.    AFAD’ê ragihand ku navenda wê Çaglayancerît a Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû.    Rasatxaneya Kandîllî jî aşkere kir ku navenda wê gundê Ûmûtlû yê navçeya Nûrheq a Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbûye.    Îro jî danê sibehê saet di 09.47’an de li navçeya Koksen a Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbibû.