Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine 2023-03-15 09:02:52 RIHA - Bozan Demîr ku li bajaroka Elîgorê ya Pirsûsê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin diyar kir ku piştî ku ew birine TEM a Rihayê jî îşkence dewam kiriye û li vir kincên wî jê kirine û bi saetan îşkence lê kirine.    Li mezrika Curnereş a gundê Mishecerkê yê navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 24’ê Sibatê de leşker û Sitki Kurtoglû (Xebat Xelat) ku tê gotin PKK'yî ye, pev çûbûn. Piştî pêvçûnê di 1 û 2’yê adarê de li mezrikê 7 kes hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirinan derketibû holê ku kesên ku hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatine. Ji kesên ku hatibûn binçavkirin Adle Samûr û hevjînê wê  Mehmet Samûr hatibûn girtin û yên din jî hatibûn berdan. Ji kesên hatibûn binçavkirin Bozan Demîr ku piştî binçavkirinê hat berdan diyar kir ku dema hatiye binçavkirin him li malê hem jî li TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Rihayê  de rastî îşkence hatiye.   ‘ÎŞKENCE LI MIN KIRIN’   Demîr diyar kir ku di 1’ê Adarê de polîs û leşkeran avêtine ser mala wan û îşkence li wî kirine. Demîr anî ziman ku lê hatiye ferzkirin ku bibêje kesê ku bi leşkeran re şer kiriye nas dike û wiha qala wê demê kir: “Kelemçeya plastîk li destê min xistin û ez birim pêjgehê. Li vir îşkence li min kirin. Serê min û serçavên min dan ber lêdanê. Pêl pişta min kirin û destê min rakirin jor, gotin, ‘Heke tu neaxivî em ê destê te bişkînin.’ Keça min bazda hat got, 'li bavê min nexin.' Bi destê keça min girtin û ew derxistin. Ser çavên min hemû mohr bibûn. Li malê wêneyê kesê ku bi leşkeran re pev çûye nîşanî min didan û tahde li min dikirin û digotin, ‘Bêje ez nas dikim em te berdin.’ Yanî wisa dikirin ku bi zorê bi min bidana gotin ku ez wî nas dikim, lê min ew qet nedîtibû û min got 'ez na snakim.' Her wiha ew gundê ku pevçûn lê çebûye 8 km dûrî me ye. Ji min re digotin 'te bûyer nedîtiye? Min jî got 'dûrî me ye, ez ê çawa bibînim.' Ez merivekî karker im, şivaniyê dikim û ser banê xaniyan çêdikim. Çi karê min bi bûyeran re heye. Li ser serê min digeriyan û tiştên ku haya min jê tune ye, ji min dipirsîn. Mal jî hemû belawela kirin.”    TAHDE LI KEÇA WÎ KIRINE   Demîr bilêv kir ku li malê tahde li keça wî jî hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min a 17 salî ku diçe lîseyê jî birine der, di warê derûnî de tahde lê kirine. Ji wê pirsîne, bê ka kesên biyanî tên mala wan yan na. Yanî pirsên bi vî awayî jê pirsîne. Li malê 2 saetan ez li erdê hiştim, heqaret û tundî li  min dikirin. Ez bi kincen raketinê birim nexweşxaneyê. Qurtikê min jî di dema îşkenceyê de diriyabû, ew ji min kirin û li nexweşxaneyê li serê min û milê min nêrîn û rapor nivisîn. Piştrê jî ez birim TEM’ê ya  Rihayê. Li TEM’ê ez avêtim hucreyê, heta nîvro ez di hucreyê de bûm.”   LI TEM’Ê ÎŞKENCE   Demîr da zanîn ku li TEM a Rihayê jî îşkence berdewam kiriye û ev tişt gotin: “Nîvro bang li min kirin û gotin were, ez birim qatê jorîn. Li wir yekî ji min re got, xwe bi derî ve bizeliqîne, min xwe bi derî vê zeliqand û yek hat çavên min girêdan û ez kirim odeyekê. Li wê odeyê jî îşkence li min kirin. Gelek gormiç li serê min, mile min xistin. Yek hat pêçiya xwe kir nav çavê min û got, ‘Biaxive tu wî merivî nas dikî, te ew bûyer dît.’ Min jî got ez nas nakim, min bûyer nedîtiye. Pişt re ez tazî kirim û ava cemidî bi ser serê min dakirin û heqaret li min kirin. Digotin, ‘Em ê wêneyên te bikişînin û ji zarokên te re bişînin û li ser medyaya sanal belav bikin, em ê vê bûyerê jî bikin stuyê te.’ Ji min re digotin, ‘Tu ermenî yî, zarokên xwe jî bigire û ji vî welatî derkeve.’ Tevî ku min got ez vî merivî nas nakim, haya min ji bûyerê nîn e jî îşkence li min kirin. Yekî qablo kir stuye min û yê din jî bi gormiçan li min dixist. Belkî hezar gormiç li milê min xistin. Yê li cem wî digot 'ez ceyranê bidimê', yê din jî digot 'ez li benda fermanê me, bila ferman were em ê ceyranê bidin.' Piştre her yekî qablo girtin û li dor stûye min şidandin. Min digot ez ê bifetisim. Pişt re ez berdam û bi berdanê re gormiçek li zikê min xistin. Piştre ez li dor xwe zîvirandim li ser vê ez  ketim erdê. Pişt re ez rakirim birim ser sendeliyekê û li wir jî ez zîvirandim. Piştre ez birim ber derî, çavê min vekirin û ez avêtim der, bi avêtina der jî derî li ser xwe girtin. Pişt re dîsa ez birim hucreyê.”   ‘TU XEYALAN DIBÎNÎ’   Demîr anî ziman ku îşkenceyên ku li TEM’ê li wî hatine kirin înkar kirine û wiha pê dê çû: “Rojek di ser re derbas bû, careke din bang li min kirin. Ez jî tirsiyam min got qey careke din dê îşkence li min bikin. Lê vê care ez birim odeyeke din, li wir 2 kes rûniştibûn. Heman pirsan wan jî ji min kir. Min ji wan re jî got 'ez nizanim.'  Min ji wan re got duh îşkence li min kirin, yê bi rîtop got, ‘Bêyî destûra min tu kes nikare îşkence li kesî bike, tu xewnan dibînî.’ Min jî got 'heqaret li min kirin,' yê rîtop li ser komputerê deng bi min guhdarî kir. Mın ew deng nas kır ü got, 'vî îşkence li min kir.' Li ser vê yê din got, 'ew pir girödayî dewletê ne lewma wisa dikin.' Min jî got 'hûn van îşkenceyan li min bikin sibe zarokên min dê çawa girêdayî vê dewletê bin, wê nebêjin vê dewletê îşkence li bavê me wisa kir.'”   LI MALA BIRAYÊ WÎ GULE HIŞTINE   Demîr di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li mala birayê wî ku bi wî re hatibû binçavkirin gule hatiye dîtin û ev tişt anîn ziman: “Birayê min Alî Demîr ew jî wê rojê hatibû binçavkirin. Wê rojê bi ser mala birayê min de jî girtibûn lê ji ber ku ne li malê bû, tahde lê nekiribûn. Heke li malê bûna ew jî dê rastî îşkenceyê bihata. Lê wê rojê li cihê kar bû, xwediyê kar gotibû ew her tim li vir e, karê xwe dike. Li mala birayê min jî guleyek û qelemek hiştibûn. Piştî ku ew çûbûn dîtibûn. Deriyê mala wî jî şikandibûn. Yanî îhtimaleke mezin wan ew gule daniye wir."    GILÎ KIRINE   Demîr bi lêv kir ku piştî 4 rojên li TEM’ê li Edliyeya Rihayê hatiye berdan û giliyê polîsên îşkence lê kirine kiriye. Demîr xwest kesên îşkence lê kirine bên cezakirin.   MA / Mahmût Altintaş