Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî 2023-03-15 09:03:20 ŞIRNEX - Gulên nêrgizê ku wek mizgîniya biharê ne, bi rengên xwe yên kesk, zer û spî Deşta Hespîstê dixemilînin.    Gulên nêrgizê ku weke mizgîniya biharê tên zanîn, bi rengên xwe yên kesk, spî û zer Deşta Hespîstê ya Hezex a Şirnexê xemilandin. Nêrgiz, her sal di destpêka meha adarê de aj didin û zêdetirî 50 cureyên wê hene. Bêhna nêrgizan li tevahiya Deşta Hespîstê belav bûye. Deşta Hespîstê bi nêrgizên reng bi reng xemilî ye.