Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin 2023-03-15 10:13:33 ENQERE - Girtiyê bi navê Mehmet Emîn Yildirim ku li Girtîgeha Bandirmayê tê ragirtin, diyar kir ku dema girtiyên nexweş diçin nexweşxaneyê û vedigerin, lêgerîna nava dev lê tê ferzkirin û wiha got: “Bi vê sepanê armanc dikin ku em neçin nexweşxaneyê.”    Girtiyê bi navê Mehmet Emîn Yildirim Girtîgeha tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê tê ragirtin, têkildarî binpêkirinên mafan û sepanên di asta îşkenceyê axivî. Yildirim, diyar kir ku bi taybet jî dema girtiyên nexweş ên rewşa wan giran dema diçin nexweşxaneyê û di vegerê de lêgerîna nava dev lê tê ferzkirin û wiha got: “Ewlekariya derve vekirina dev û lêgerîna nava dev ferz dike. Beriya niha sepaneke wiha tune bû lê di nava vê sala dawî de ferz dikin. Di her cara hatin û çûnê de ji me tê xwestin ku devê xwe vekin û lêgerînê tê de dikin. Dema em vê sepana biçûkxistinê red dikin jî me nabin nexweşxaneyê. Bi vê yekê re mafê tedawiyê tê astengkirin.”    'DIXWAZIN ÇÛYÎNA ME YA NEXWEŞXANEYÊ ASTENG BIKIN’    Yildirim bi domdarî ev agahî parve kirin: “Di dema lêgerînê de tiştên weke ‘zimanê xwe rake, deyne’ tên ferzkirin. Di esasê xwe de dixwazin çûyîna me ya nexweşxaneyê asteng bikin. Ji ber ku her carê tiştekî li me ferz dikin. Dema em rewşê bi rêveberiyê re parve dikin, ji me re dibêjin; ‘ewlekariya derve ye, em nikarin xwe têkilî wan bikin.’ Her wiha Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê biryarên keyfî dide. Dem bi ser berdana bi şertê kontrola edlî ya hevalên me Îsmet Seymen, Zinar Dogan û Vedat Bayram re derbas bûye lê nayên berdan. Ji ber ku Lijneya Çavdêriyê biryara ‘rewşa baş’ nadin, meh bi ser re derbas bûn lê nayên berdan. Biryareke keyfî ye.”