Rojnameger Yildirim hate binçavkirin 2023-03-15 11:12:45   STENBOL - Rojnameger Aren Yildirim di encama serdegirtina malan de hate binçavkirin.    Polîsan di danê sibehê di çarçoveya lêpirsînekê de bi ser mala edîtorê servîsa kurdî ya Bîanetê Aren Yildirim de girtin û binçav kirin. Hat zanîn ku Yildirim derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hatiye kirin ku li ser Cadeya Vatanê ye. Têkildarî dosyayê biryara bisînorkirinê hate dayîn lewma nehat zanîn bê ka Yildirim bi kîjan sedemê hatiye binçavkirin.