Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye 2023-03-15 13:04:38   ŞIRNEX - Pîrozbahiya Newrozê ya li Cizîrê wê di 21’ê Adarê de bê lidarxistin. Komîteya Amadekar a Newrozê diyar kir ku gelê Botanê ji Newrozê re amade ye.    Pîrozbahiya Newroza îsal a li navçeya Cizîra Şirnexê wê di 21’ê Adarê de bi dirûşmeyên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” bê lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî û parlamentera Şirnexê Nûran Îmîr wê tev li pîrozbahiya li Qada Newrozê bibin. Dê di Newroza diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane de hatiye kirin hunermend Xecê, Mehmet Atli u Kolektîfa Awazên Azad wê derkevin ser dikê.    Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê, ji pîrozbahiyên Newrozê ku amadekariyên wê didomin banga tev li bûnê kir.    ‘DIVÊ HER MAL WEKE QADA NEWROZÊ BE’    Endamê Komîteya Amadekar Mesût Nart ê bal kişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo gelê kurd, diyar kir ku divê her mal, her kolan, her tax weke qada Newrozê bibe û wiha got: “Xebatên me hatin asta dawî. Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye.”   ‘AGIRÊ NEWROZÊ QET VENEMIRÎ’   Endama Komîteya Amadekar Fatma Tûnç jî anî ziman ku armanc dikin ku Newroza 2023’yan bi girseyeke berfireh pîroz bikin û wiha got: “Gelê Botanê wê qada Newrozê bi hemû rengên xwe bixemilîne. Newroz di dîrokê de tevî her tiştî hate pîrozkirin. Tevî ku gelê Cizîrê bedelên giran dan jî di her demê de berxwedan mezin kir. Agirê Newrozê li vir qet venemirî.” Tûnç, gelê Botanê vexwend Qada Newrozê.