Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne 2023-03-15 14:56:49 AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê avahiyên qaçax daxuyaniyek da û wiha got: “Destûrê didin kargehên bêrûxset, bêçavdêrî, neqanûnî yên weke kafeterya, xwaringeh, dikan, dibistan, nexweşxane, otêl û eywanên dawetê ku ji hêla hemî kesan ve têne bikar anîn.”   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî avahiyên qaçax daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ev bajar bêxwedî nîne” hat vekirin û dowîzên “Her der rant, her der talan”, “Efûyên îmarê dikuje”, “Desthilat wê hesap bide” hatin rakirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy, endam û rêveberên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.   ‘SÛC DIKIN’   Hevserokê Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Ferît Kahraman daxuyanî xwend û destnîşan kir ku qeyûm şirîkatiya sûcan dike. Kahraman bi bîr xist ku di 6’ê Sibatê de li Mereşê 2 erdhej çêbûn û li 11 bajaran encamên ku nayên vegerandin pêk hat û wiha got: “Di binê van kavilan de bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran birîndar bûn, serpêhatî veguherî travmayên mayînde yên ku nayên jibîrkirin. Berpirsiyarên van êşan, heman biryarên şaş didin û bi heman hilbijartinan gelê me mehkûmî mirinên nû dikin. Her wiha bi efûyên îmarê re gelek avahiyên bêkontrol, bi rîsk û derqanûnî ji mirovan re bûne gor. Yên ku bêçalaktiyê weke çarenûs nîşan didin, yên ku berjewendiyên xwe dixin pêşiya berjewendiya civakê, bûne sedema van êşan. Hêzên siyasî, saziyên giştî yên dewletê û rêveber di van êşan de xwedî para mezin in. Lê belê, hemû rêveberiyên şaredariyên li welêt, çi hikûmet û çi jî muxalefet bin, hevparên heman berpirsiyariyê ne. Cenazeyên me ji ber kesên ku erka xwe pêk neanîn, bi taybetî jî hêzên siyasî di bin kavilan de man.”   JI WEZARET Û ŞAREDARIYÊ RE NAME ŞANDINE   Kahraman da zanîn ku saziyên xwedî erk û rayeya çavdêriyê erka xwe pêk naynin û wiha berdewam kir: “Destûrê didin kargehên bêrûxset, bêçavdêrî, neqanûnî yên weke kafeterya, xwaringeh, dikan, dibistan, nexweşxane, otêl û salonên dawetê ku ji hêla hemî kesan ve têne bikar anîn. Li bajêr ji hêla Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB’ê ve gelek xebatên înşaetên bêrûxset û avahîyên dereqanûnî hatin tesbîtkirin û di çarçoveya van tespîtan de ji Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya bajar bi taybetî ji şaredariyan re gelek name hatin nivîsandin. Di tevahiya pêvajoyê de ji bo ji holê rakirina van nakokiyan çalakî hatin lidarxistin.”   BANG LI RAYEDARAN HAT KIRIN   Kahraman axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê çarçoveyê de em bang li rayedaran dikin. Divê dev ji şirîkatiya van cinayetan bê berdan. Divê destûrnameyên karsaziyê, lîsansên xebitandinê û destûrnameyên xebitandinê yên ku ji avahiyên di bin desthilatdariya rêveberiya herêmî, midûriyeta bajar an wezaretê de hatine dayîn, bi kontrolkirina lihevhatin û saxlemiya avahiyan bi prosedurên qanûnî re ji nû ve werin sererast kirin. Em weke her car ji raya giştî re radigihînin ku me li dijî her kesê ku avahiyên bê ruxset, bê kontrol û derqanûnî qebûl dike û hevparê vî sûcî û qazanciyê ye, serlêdana sûc kiriye û em ê bi hişmendiyek jiyana me biparêze berpirsyarî û têkoşîna xwe bidomînin. Em we vedixwînin ku li dijî her naqokî, rîsk û bêaqiliya ku me mehkûmî mirinê dike, hevgirtinê nîşan bidin û têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê bi hev re bajarên wekhev, jiyanbar û ewle ava bikin.”