Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê 2023-03-15 23:19:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li sînorê navçeya Çemankê ya bi ser bajaroka Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê, helîkopterek leşkerî ket xwarê.    Polîsên Dihokê bi rêya çapemeniya PDK’ê ragihandin ku di saetên şevê de li sînorê navçeya Çemankê ya bi ser bajaroka Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê, helîkoptereke leşkerî etiye xwarê.   Her wiha hat diyarkirin ku di dema ketinê de agirek mezin bi helîkopterê ketiye. Lê heta niha nayê zanîn ka helîkopter hedef hatiye girtin yan jî ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye xwarê.