ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-16 09:00:24     * Hozan Şemseddîn ku daholvanê Newroza 1992'yan a Nisêbînê bû, diyar kir ku gel dizanibû mirin tê de heye lê dîsa jî daketiye qadan û got: "Bila azadiya me, serkeftina me û pîrozbahiya me li cîhanê olan bide."    * Resûl Temûr, parêzerê 16 rojnamevanên girtî got: "Bi beyana şahidê veşarî ku ji aliyê dozgeriyê ve hatibû serwîskirin alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP'ê hatibû betalkirin. Ev yek eşkere kir ku ev lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û Wezareta Dadê tê birêvebirin."    * Rojnamevan Farûk Balikçi ku bi salan e Newrozên Kurdistanê dişopîne, bilêv kir ku Newroza Cizîrê ya 1993'yan ku hevpîşeyê wî Îzzet Kezer lê hat qetilkirin û Newroza Amedê ya 2013'an ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê hat xwendin, Newrozên nejibîr in.    * Têkoşîn û berxwedana Bêrîvan Cizîrî û Bişeng Agal ku di sala 1992’an de li Botanê bûn Newroz, heta roja îro bênavber didome. Îsal jî dê hevrêyên Berîvanan li Botanê bi heman ruhî dakevin qadan û Newrozê pîroz bikin û hesab ji Dehaqan bipirsin.    * Piştî ku Dadgeha Bilind doza Nîhat Kazanhan xera kiribû û biryara jinûvedarizanidinê dabû, di danişîna ewil de der barê polîsê bersûc Mehmet Nurbakî Goçmez de biryara girtinê hatibû dayîn. Di ser biryara navborî re 18 roj derbas bûne, lê hê jî polîsê kujer nehatiye girtin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 724’an de berdewam bike.    * Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi rojeva hilbijartin û namzetiya serokkomariyê li Navenda Giştî ya HDP’ê bicive. (11.00)   * Bi boneya salvegera Komkujiya Helebçeyê dê li gelek bajaran merasîmên bîranînê bên lidarxistin. (12.00-19.00)    * Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê dê têkildarî pîrozbahiya Newrozê li Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (12.30)   * Doza derheqê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan dê li 24’emîn Dadgeha Sizayî ya Giştî ya Enqereyê bê lidarxistin. (14.15)