Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz 2023-03-16 09:03:21   ŞIRNEX - Têkoşîn û berxwedana Bêrîvan Cizîrî û Bîşeng Anik ku di sala 1992’an de li Botanê bûn Newroz, heta roja îro bênavber didome. Îsal jî dê hevrêyên Berîvanan li Botanê bi heman ruhî dakevin qadan û Newrozê pîroz bikin û hesab ji Dehaqan bipirsin.    Jinên ku ev demeke dirêj e di têkoşîna azadiya kurd de pêşengiyê dikin, ala berxwedanê ya ku heta roja îro anîne her bilind dikin. Li Kurdistanê jinên kurd bi salan e li dijî polîtîkayên biçûkxistin, cihêkarî, tunekirin, bişaftin û polîtîkayên ewlehîparêz ên taybet ên dewletê, xwe birêxistin dikin û pêşengiya bi têkoşîna dîrokî ya kurdan ji gundan heta bajaran gav bi gav bi pêş dixin.    Li aliyê din agirê Newrozê ku ji bo gelê kurd roja berxwedana li dijî Dehaqan e, her roj gurtir dibe. Li Cizîra Botanê agirê Newrozê yê ji aliyê Bêrîvanan ve hatiye pêxistin, geş dibe. Binevş Agal (Bêrîvan), Bêrîvan Cizirî ku di 1992'yan de pêşenga Newroza Cizîrê bû û Bîşeng Anik ku di Newroza 1992'yan a Şirnexê de bûye sembol, ji bo têkoşîna jinan bûne cihê îlhamê.    BÊRÎVANA ÊZIDÎ   Binevş Agal (Bêrîvan) di sala 1966'an de li navçeya Beşîrî ya Êlihê di malbateke êzidî de hatiye dinê. Navê xwe ji destana kurdî ya bi navê “Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn” girtiye. Binevş ku navê karaktera jin ya yek ji destanên evînî yên kurdî lê hatiye kirin, nizanibû ku wê rojekê ew bi xwe bibe destan. Ji ber zextên darbeya 12'ê Îlonê mîna gelek malbatên êzidî bi malbata xwe re koçî Ewropayê dike. Bêrîvan di 17 saliya xwe de vedigere axa ku lê ji dayik bûye. Binevş li Cizîrê mal bi mal, gund bi gund û tax bi tax jinan bi rêxistin dike û ji bo jinên Botanê dibe çavkaniya îlhamê. Li Cizîrê di 16'ê Çileya 1989'an de mala ku lê dimîne, di encama îxbarekê de tê tesbîtkirin û dema operasyon li malê tê kirin, teslîm nabe û heta guleya dawî şer dike û jiyana xwe ji dest dide. Wefata Bêrîvanê di nava gel de dibe sedema hêrseke mezin.    Niha jî dema behsa Cizîrê tê kirin Berîvan tê bîra her kesî. Piştî mirina Bêrîvanê hema bibêje her malbat navê wê li keçên xwe yên nûçêbûyî dike. Berxwedana Newroza Cizîrê ku sembola serhildanê ye, Bêrîvan e. Jinên ku ji aliyê Bêrîvanê ve bi îrade û hewldanên mezin hatibûn birêxistinkirin roja Newrozê diherikin qadê û pêşengiya Newrozê dikin. Bêrîvan li Cizîrê êdî bûye navê serhildanê. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nirxandina li ser Binevşê de wiha dibêje: “Ew çawa ku li çiyayan hat, li gel jî hat. Û xwe bi gelê Cizîrê da hezkirin. Mirov dikare bibêje ev heval di şiyarbûna gelê Cizîrê de xwedî bandoreke mezin e."    BÊRÎVAN CIZÎRÎ   Newroza Cizîrê ya 1992'yan ku li gorî çavkaniyên fermî 57, lê li gorî şeniyên herêmê jî zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da. Di şeva Newrozê de nûçeyên “PKK’ê avêt ser Şirnexê” ji aliyê çapemeniyê ve hatibûn belavkirin. Di saetên serê sibê yên Newrozê de gel li taxên Nûr, Cûdî û Yasefê ên Cizîrê kom dibe û ber bi Goristana Cizîrê ya ku dê Newroz lê bê pîrozkirin ve dimeşe. Gelê ku ji her aliyî ve dest bi meşê dike berê xwe dide Cizîra Botan. Girse ji hewayê, ji aliyê helîkopteran ve û ji bejahiyê jî ji aliyên wesayîtên zirxî ve çarhawirdor tê dorbêçkirin û piştre jî gule lê tê barandin. Gelê ku ji her aliyî ve tê dorpêçkirin, di pîrozkirina Newrozê de israr dike û ber bi qadê ve dimeşe. Wê gavê di nava girseyê de jinek ciwan xuya dibe ku bi kefiya xwe ya spîpêşengiya bi hezaran dike. Ev jina ciwan ku tiliya xwe li kesên ku bi panzêran bi ser gel de diçin û gel gulebaran dikin, dihejîne Bêrîvan Cizîrî ye.  Bêrîvan ku wê gavê 17 salî bû, her çi qasî ku wê rojê ji milê xwe birîndar dibe jî, lê li hemberî zilmê dest ji berxwedana xwe bernade. Bêrîvan li Botanê bû sembola wêrekiyê.   BÎŞENG ANIK   Dema ku ev tişt di Newroza Cizîrê de diqewimin, di heman salê de li navenda Şirnexê jî rewş ne kêmî ya vir e. Welatiyên ku ji bo pîrozbahiya Newrozê dadiketin qadan ji aliyê polîsên tevgera taybet ve tên gulebarankirin. Di wê Newrozê de 100 kes tên qetilkirin. Di vê Newrozê de jî Bişeng Anik dibe sembol. Bîşeng Anîk ku wê demê li lîseya Şirnexê dixwend, di nava tevgera azadiya kurd de bi awayekî çalak cih digire û li navendên girîng ên Botanê yên wekî Şirnex, Cizîr û Silopiyayê ciwan û jinan birêxistin dike û kedeke mezin dide. Bîşeng ji bo jinên ciwan ên Şirnexê dibe şîret û şîretkar. Dixwaze meşa xwe bi tevgera azadiya kurd re temam bike. Bişeng ku di sala 1992'yan de bi dehan ciwanên re tevlî Newrozê dibe, di roja Newrozê de tê binçavkirin. Bîşeng ku tê binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê rastî îşkenceyeke giran tê. Bîşeng ku di 24'ê Adarê de bi guleyekî tê qetilkirin di nava kefa destê wê de ku kiribû kulm kesk û sor û zer tê dîtin. Mîna  Bêrîvana Êzidî û Bêrîvan Cizîrî Bîşeng jî li Botanê li ser zimanan  digere û dibe mêvanê klaman. Klama "Bîşenga min" ku Dengbêj Salihê Şirnexî ji bo Bîşengê gotiye, li her derê botanê belav bûye û di Newroza Şirnexê de Bîşeng jî dibe Bêrîvan.    LI HEMBERÎ DEHAQÊN DEMÊ RIHÊ BÊRÎVANAN   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît ku di Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê de cih digire, diyar kir ku ew ê Newroza îsal bi ruhê Berîvanan pêşwazî bikin û got: "Wateya Newrozê ji salên 1990'an heta niha gelek e. Newroz ji bo me berxwedan e, serhildan e. Li hemberî kesên desthilatdar têkoşîn e û li hemberî wan serîrakirin e. Ji ber wê jî wateya Newrozê ku bi berxwedana di şexsê heval Bêrîvanan de destpêkiriye de heta îro didome. Newroz li vir sembola vê berxwendanê ye. Dema ku mirov dibêje Newroz cihê ku ewilî tê bîra mirov Cizîra Botan e. Ji ber wê jî çawa ku  jinên kurd ê wê demê xwedî li Newrozê derketin û pêşengiya Newrozan kirin em ê îro jî bi heman ruhî xwedî lê derkevin. Ji ber wê jî Cizîra Botan ji salên 90'an heta niha bi heman ruhî Newrozê pêşwazî dike. Ji wê rojê heta roja îro wateya Newrozê çi be, îsal jî ew e. Bi heman awayî tê pêşwazîkirin û pîrozkirin."   Ecevîtê bilêv kir ku Newroza îsal bi hêleke xwe şîn e jî bo wan û wiha domand: "Ji roja ku erdhêj çêbûye heta niha jinên vê herêmê seferber bûne. Em îsal jî vê Newrozê diyarî herêmên erdhêjê dikin. Newroza îsal jî di demeke dîrokî de tê pîrozkirin. Ji ber vê wateya wê hê bêtir e. Weke her carê di vê erdhêjê de jî kesên ku herî zêde zirar dîtine jin û zarok in. Ev Newroza me dê hesabpirsîn be jî. Weke jin em ê hesabên wan kesên ku li herêmên erdhêjê bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin bipirsin. Ji ber wê em ê li qadên Newrozê dengê xwe bilind bikin û nîşanî vê îktîdara desthilatdar bidin. Di dema vê îktîdarê de bi hezaran jin hatin qetilkirin û kujerên wan bê ceza man. Em ê hesabê vê jî li qadan bipirsin û serxwebûna xwe çêbikin. Em ê bi ruhê Bêrîvanan û Rewşanan li hemberî Dehaqên demê serê xwe rakin. Banga me ji bo jinên Botanê ew e ku roja Newrozê qadê teje bikin û li hemberî vê îktîdarê dengê xwe bilind bikin."    MA / Zeynep Durgut