Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin 2023-03-16 09:04:47   ŞIRNEX - Piştî ku Dadgeha Bilind doza Nîhat Kazanhan xera kiribû û biryara jinûvedarizanidinê dabû, di danişîna ewil de der barê polîsê bersûc Mehmet Nurbakî Goçmez de biryara girtinê hatibû dayîn. Di ser biryara navborî re 18 roj derbas bûne, lê hê jî polîsê kujer nehatiye girtin.   Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a der barê qetilkirina Nîhat Kazanhan ê 12 salî de ku 7 sal berê li navçeya Cizîr a Şirnexê ji aliyê polîsê tevgera taybet Mehmet Nurbakî Goçmez ve hatibû qetilkirin, doz careke din hatibû vekirin. Piştî xerakirina biryarê danîşana 1'emîn li  Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê di 24'ê Sibatê de hat lidarxistin û  şandeya dadgehê der heqê polîsê kujer de biryara girtinê dabû. Lê hê jî polîsê kujer nehatiye girtin.  Parezerê malbata Kazanhan Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz der barê mijarê de axivî.   'KIRYAR HÊ NEHATIYE GIRTIN'   Dilsîz diyar kir ku negirtina kiryarê Kazanhan binpêkirina hiqûqê ye û wiha axivî: “Doza Nîhat Kazanhan dozeke ku 8 sal in em wê dişopînin û mînaka polîtîkaya bêcezakirinê ya demeke dirêj e li welat tê meşandin. Di vê dozê de, me ev tişt pêşbînî kir: Ji bo ku sûcdar cezayê ku heq dike bigire, hewledanên me yên cidî çêbûn. Biryara Dadgeha Bingehîn bi qismî jî be em razî kirin û di danişana yekemîn de der barê kiryar de biryara girtinê hat dayîn. Helbet me dizanî ku biryarên Dadgeha Bingehîn divê ji aliyê dadgeha herêmî ve bên şopandin û bên pêkanîn. Di hin dosyayan de biryar nayên şopandin. Me bi israr ji dadgehê xwest ku biryara girtinê bide. Em fikirîn ku dema dosya ji Dadgeha Bingehîn vegere divê were dadgeha heremî û biryar bê pêkanîn. Di rûniştina yekem de jî me ev biryar erênî dît. Lê belê di pêvajoya heyî de em dibînin ku hîna kiryar teslîm nebûye û hê jî lê tê gerîn."   Bi domdarî Dilsîz da zanîn ku dadgehên herêmî neçar in ku biryara Dadgeha Bingehîn bi cih bînin û wiha got: “Bêguman dosyeya Kazanhan girîng e. Di van 20 salên dawî de bi sedan zarok bi awayekî derqanûnî hatin kuştin û me dît ku dosyeyên ku kujerên wan hêzên ewlehiyê ne, bi polîtîkayên bêcezakirinê tên parastin. Bi rastî jî bi îfadeyên hin bersûc û şahidan di heyameke vê dosyayê de me ev xwebawerî di wan de dît. Mixabin ku çi qas der heqê kiryar de biryara girtinê hatibe dayîn jî hê heta niha nehatiye girtin. Danîşana dozê ya duyemîn dê di 24'ê Adarê de bê lidarxistin û ji bo bersûc cezayê ku heq dike bigire em ê tevlî vê danişînê bibin û têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku dadgeha herêmî neçar e ku vê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bi cih bîne, îhtîmal e ku ev kes teslîm nebe. Ji ber ku bersûc dizane ku bê girtin wê bi cezayê muebbetê bê darizandin. Em dozê dişopînin, lê gumanên me yên cidî hene ku teslîm nebe. Piştî vê demê ez nafikirim ku di vê dosyeyê de cezayê wî kêm bibe û dadgeha herêmî biryareke din bide. Em difikirin ku sûcdar ji rayedarên pêwîst û parêzerên xwe nêrîn girtine û reviyabe."    'DÊ BANDORÊ LI SER DOSYAYÊN DIN BIKE'   Rojhat Dilsîz anî ziman ku gava kiryar hêzên ewlehiyê bin bi rehetî tevdigerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber ku sûcdar vê yekê dizane, gumana me heye ku bê teslîm bibe. Em dibînin ku heta roja îro jî teslîm nebûye. Di 24'ê Adarê de rûniştina wî heye. Em ê van mijaran di danişînê de bînin ziman. Lê di rewşa heyî de, em wisa difikirin ku vegerandina vê dosyayê dê bibe mînak ji bo pratîka bêcezakirinê ya heyî û dê bandorê li ser dosyeyên bi vî awayî bike. Em ê di danişînê de jî van mijaran derxin pêşberî dadgehê."