Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin 2023-03-16 09:49:49   WAN - Li Wanê di serdegirtinên malan de 9 jin hatin binçavkirin.    Li Wanê polîsan di saetên serê sibê de bi awayekî hem wext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Ûzûnay, Hevseroka Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên di Dêrgûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) a Wanê Hanim Kaya, Dayika Aştiyê Xecê Bariştiran, Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koçê ya Serhatê (GOÇDER) Gulşen Kûrt, Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê Edîbe Babûr, Hevşaredara Serayê ku qeyûm tayînî şûna wê hate kirin Caziye Dûman, endama Meclisa Şaredariyê Rêya Armûşê ya HDP’ê Ozlem Tûcî, endama TJA’yê Zeynep Kaya û Songul Işik hatin binçavkirin.   Hate hînbûn ku jin bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin. Ji bo jinên ku li Miduriyeta Polîsan a Wanê tên girtin hevdîtina parêzeran ji bo 24 saetan sînordarkirin.