'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’ 2023-03-16 10:27:15   STENBOL - Xizmên girtiyan diyar kirin ku di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê di vê Newrozê de azadiya hemû girtiyên siyasî biqîrin û wiha gotin: “Ji bo bidawîkirina tecrîdê wer in em agirê Newrozê bi hev re vêxin.”    Newroza 2023’yan dê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadi” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” bê pîrozkirin. Newroza Stenbolê jî dê di 19’ê adarê roja yekşemê de li Qada Yenîkapi ya navçeya Fatîhê bê pîrozkirin. Xizmên girtiyan ku di seranserî salê de li gelek deverên Stenbolê ji bo berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin çalakiya Nobeta Edaletê li dar xistin, îcar jî dê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrin.    ‘EM Ê AZADIYÊ BIQÎRIN’   Ji xizmên girtiyan Fînce Akman got ku Newroz ji bo gelên din tê wateya “hatina biharê” lê ji bo gelê kurd tê wateya berxwedana li dijî zilm û zextê. Akman, wiha got: “Newrozên berê tên bîra min. Pir dijwar derbas dibûn. Nedihiştin em pîroz bikin. Lê dîsa jî me li kolanan agir bi tekeran vêdixist û pîroz dikir. Newroza îsal dê bibe Newroza aştiyê. Em ê hem azadiya Ocalan û hem jî ya zarokên xwe biqîrin. Ev bû du sal ku tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Kesek nikare me bitirsîne. Tiştekî wiha di tu ol û hiqûqan de nîne. Ji bo AKP-MHP di vê hilbijartinê de têk biçin em ê tişta ji dest tê bikin. Dê wisa li malên xwe rûnenin.”   ‘WERIN EM AGIRÊ NEWROZÊ BI HEV RE VÊXIN’   Ji xizmên girtiyan Kumru Akgul jî hêvî kir ku Newroza îsal bibe wesîleya bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Banga min a ji bo hemû dayikên girtiyan û her kesî ev e; hêvîdarim ku Newroza îsal ji bo gelê kurd û girtiyan bibe Newroza azadiyê. Ji bo azadkirina Ocalan û bidawîkirina tecrîdê bang min a ji bo hemû dayikan ev e; ‘kiras û fîstanên xwe li xwe bikin û werin em agirê Newrozê bi hev vêxin.’ Heke em nebin yek em ê herin yek bi yek.”    ‘EM Ê OCALAN BIQÎRIN’   Têkildarî mijarê Gulsum Ozturk jî ev tişt anî ziman: “Ji 7 salî heta 70 salî banga min li her kesî ew e ku dakevin qada Newrozê. Heta ku Ocalan azad dibe jî em ê li cihê xwe nesekinin. Bila baş bi vê bizanin. Me jinan bi saya wî jiyan û azadî nas kir. Banga me ev e; bila birêz Abdullah Ocalan were berdan. Em naxwazin êdî xwîn biherike. Bila êdî dayik negirîn.”