Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin 2023-03-16 10:37:58   WAN - Nûnera CÎSST’ê parêzer Cansû Şekercî diyar kir ku ew agahî ji zarokên keç ên girtî agahî nagirin û her ew serî li Wezareta Dadê didin jî bêbersiv tên hiştin.    Li gorî daneyên dawî ya Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan ku di 1’ê adara 2023’yan de weşand, li girtîgeha bi giştî 349 hezar û 893 girtî hene. Ji girtiyan 14 hezar û 273 jin in. 2 hezar û 560 heb jî zarok in. Tê diyarkirin ku ji girtiyan 5 hezar û 977 kes bi ser 65 salî re ne. Li gorî daneyan 75 zarokên keçik li girtîgehan hene û 29 zarokên keç jî di destûra Kovid-19’ê de ne. Li gorî daneyên Wezareta Dadê jî 396 zarok ên temenê wan di navbera 0-06 de ne li girtîgehan hene. Agahiyên têkildarî şert û mercên zarokan, derûniya girtîgehê ya li ser zarokan nayê belavkirin.      ‘WEZARET BERSIV NADE’    Nûnera Qada Tematîk a Zarokên di Hepsê de ya CÎSST’ê parêzer Cansû Şekercî têkildarî rewşa van zarokên keç axivî. Şekercî diyar kir ku li gorî mevzuatê divê ku zarok li gorî rêgezê li girtîgehên zarokan bên ragirtin û got: “Li gorî agahiyên li ber destê me, niha ji bo zarokên keç beşek cihê ya girtîgehê nîne. Ji ber vê yekê zarok di girtîgehên jinan de tên ragirtin û ev bûye sepanek rewşa giştî. Ev yek jî çavderiya rîska li ser zarok û pêdiviyên wan nayê kirin, berî her tiştî ji bo zarokan tiştek nayê kirin û bernameyek bo wan nayê çêkirin. Ev jî tê wê wateyê ku di saziya înfazê de bimînin. Her çiqas em derbarê rewşa zarokên keç de serî li Wezareta Dadê didin û dixwazin agahî bigirin jî lê mixabin heta îro tu bersivek ku dane di naveroka wê de bûne me wernegirtiye. Zarokên keç bi cihêkariyê re rûbirû dimînin. Em nikarin binpêkirinên mafan ên derbarê zarokên keç de bişopînin. Divê girtîgehên zarokan bên girtin.”   MA / Bêrîvan Kûtlû