Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin 2023-03-16 11:34:07 ENQERE - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku ew Rêya Sêyemîn diparêzin û wiha got: “Heke Tifaqa Ked û Azadiyê li hev bike, em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin.”  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li dijî doza girtinê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn planên B û C xist meriyetê, duh di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) de biryar da ku bi Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê. Partiya Çep a Kesk di sala 2012’an de hate avakirin û ji wê rojê heta niha yek ji pêkhateyên HDP’ê ye. Li nêzî 50 bajar û 212 navçeyan xebatên xwe didomîne. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryar da ku Partiya Çep a Kesk dikare bikeve hilbijartinê. Li ser vê yekê deriyên xwe bo HDP’ê vekir.    Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku ew Rêya Sêyemîn diparêzin û got ku heke partiyên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin li hev bikin, ew amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyartiyê li xwe bigirin.    POLÎTÎKAYA LI SER ÇAR TÊGÎNÊN EDALETÊ   Uçar, da zanîn ku partiya wan li ser çar têgînên edaletê siyaseta xwe dimeşîne û wiha got: “Li dijî pergala kedxwar a kapîtalîst endustriyel, em weke rêya çareseriyê polîtîkaya edaleta îktîsadî diparêzin. Ji bo guherîna avhewayê û ekosîstemê jî em edaleta hawirdor û avhewayê diparêzin. Di mijara edaleta naskirinê de jî em dibêjin ku li Tirkiyeyê gelek gel û baweriyên cuda hene û em polîtîkaya edaleta naskirinê dişopînin. Yek ji mijarên herî girîng jî edaleta tevlibûnê ye. Armanca me ew e ku hemû bawerî, gel û derdorên cuda yên li welêt bikarin bi nasnameyên xwe yên siyasî bên naskirin û tev li vê pêvajoyê bibin. Di esasê xwe de bingeha siyaseta demokratîk a li ser van her çar edaletan, ji bo edaleta civakî ya Tirkiyeyê pir girîn gin. Em jî tevahiya polîtîkaya xwe li ser van her têgînên edlaetê ava dikin.”    LI DIJÎ DORPÊÇÊ RÊXISTINIYA BERFIREH   Bi domdarî Uçar anî ziman ku Partiya Çep a Kesk weke pêkhateyeke HDP’ê di 10 salan de xebatên xwe li gorî konsensuke diyar meşandine û ev nirxandin kir: “Di demên dawî de bi rejîma yekzilamî re li dijî siyaseta demokratîk êrişên cidî hatin kirin. Di serî de HDP, hewl dan hemû partiyên siyasî û derdorên civakî têxin dorpêçê. Me jî salek û nîv berê ji bo siyaseta demokratîk hîn bêhtir xwe xurt bike biryarek da. Di çarçoveya vê biryarê de me lez da xebatên rêxistinkirinê yên berfireh. Ketina hilbijartinê jî yek ji van xebatan bû. Em niha li nêzî 50 bajar û 212 navçeyan birêxistinkirî ne. Herî dawî YSK’ê got ku dikarin bikevin hilbijartinê. Ji hêla rêxistinî ve jî em xurt in.”    ‘DOZA GIRTINÊ ŞERMEKÎ DEMOKRASIYÊ YE’   Uçar, destnîşan kir ku doza girtinê ya HDP’ê ji bo siyaseta Tirkiyeyê şermekî demokrasiyê ye û wiha pê de çû: “Doza girtina HDP’ê ne pêvajoyeke hiqûqî lê pêvajoyeke siyasî ye. Li gorî me biryara AYM’ê dê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê biryareke girîng be. Sedema bingehîn a vê dozê, bingeha xwe ji serkeftina di hilbijartinên 7’ê hezîranê digire. Ji ber ku HDP’ê formata astengkirina rejîma yekzilam di 7’ê hezîranê de pêk anî. Lê bi hilbijartina 1’ê mijdarê re rewş guherî. Siyaset, bi her cureyên êrişê yên rejîma yekzilam re hate dorpêçkirin.”   BIRYARA TIFAQA KED Û AZADIYÊ   Têkildarî biryara HDP’ê ya ketina hilbijartinê ya bi navê Partiya Çep a Kesk jî Uçar wiha got: “Divê tifaq biryarê bide. Tifaqa Ked û Azadiyê ne tenê tifaqa hilbijartinê lê ya têkoşîna hevpar e. Lewma biryara hemû saziyan bo me girîng e. Heke di pêvajoya hilbijartinê de berpirsyartiyek bikeve ser milên me, em amade ne ku vê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Heke tifaq biryarê bide, em ê xebatên hilbijartinê bi hev re bimeşînin. Li dijî krîzên piralî yên li Tirkiye û cîhanê, li gorî me rêya çareseriyê Rêya Sêyemîn e. Li gel HDP’ê, ji hêla siyasetê ve em di esasê xwe de xwe weke parastvanên Rêya Sêyemîn pênase dikin. Ji hêla poîtîk ve em li ser vê xetê ne.”   MA / Ozgur Paksoy