2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne 2023-03-16 11:36:34   DÎLOK - Di erdhejê de di bin kavilên blokên C yên Koma CCK’ê yên ku xwediyê wan endamê Meclisa Şaredariya Nûrdagi yê AKP’î mutehit Yûnûs Kaya ye de gelek kêsan jiyana xwe ji dest dan. 2 zarokên di bin kavilan de man hêj nehatine dîtin. Pîra zarokan Seyran Onsun xwest neviyên wê bên dîtin.    Hemû avahiyên li navçeyê ji aliyê Koma CCK’ê ve hatin çêkirin ku xwediyê wê endamê Meclîsa Şaredariya Nûrdagi yê AKP’î mutehit Yûnûs Kaya ye, tevî ku di dema dawî de hatine çêkirin jî di erdheja navenda wê Mereşê de, hilweşiyan. Di avahiyên hilweşiyan de li gorî welatiyan ji 300 kesan zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku Serokê Lijneya Rêveberiya Koma CCK’ê Yûnûs Kaya di heman demê de hevkarê xwediyê Înşeta Kavak ku ji aliyê Şaredarê Nûrdagiyê Okkeş Kavak ê AKP’î ve hatiye damezrandin Osman Kavak e. Balkêş e ku ji Kaya yê di Komîsyona Îmarê ya Şaredariyê de cih digire re Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Daristanê û Wezareta Perwerdehiyê bûne referans. Piştî tiştên qewimîn Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î Kavak û endamê Meclisa Şaredariyê yê AKP’î mutehit Kaya hatin binçavkirin û girtin.    ‘DI BLOKÊN CCK’Ê YÊN HILWEŞIYAN DE DU ZAROK WINDA NE’     Ji ber vê organîzasyona ku wezaret jî di nav de hene, çîrokên jiyanê yên gelek malbatan nîvco man. Yên di paş de man jî hewl didin di nav hêsirên çavan de şînê bigirin. Yek ji kesa sax ma jî Seyran Osun (59) a kur, bûk û neviyekî wî jiyana xwe ji dest dan û 2 neviyên wê jî winda ne ye. Kurê wê Îsmaîl beriya salek û nîvan di qata duyemîn a Blokên C yên avahiyên CCK’ê yên li Taxa Bahçelîevler a Nûrdagiyê daîreyek kirî. Di erdhejê de avahiya 5 qatî bi temamî hilweşiya û gelek mirovên tê de jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên encax di roja sêyemîn a erdhejê de mudaxileyî enkazê kir, gihiştin cenazeyên gelek kesan. Ji malbata Osun jî cenazeyê bav Îsmaîl, dayik Medîne û keça wan hatin derxistin û ji zarokên wan ên bi navê Sîraç û Îsmet ên 9 û 13 salî tu agahî nehat  girtin.    Bi ser erdhejê re ji mehekê zêdetir wext derbas bû. Kavilên blokên C ên Koma CCK’ê yê hatin rakirin lê tu agahî ji Îsmet û Sîraç nehatin wergirtin ku li kû derê ne. Pîra wan Seyran Osun, anî ziman ku qet nebe dixwaze bila goreke neviyên wê hebin.    ‘ZAROKÊN MIN BI QÊRÎNÊ MIRIN’   Osun anî ziman ku 5 zarokên wê hene û da zanîn ku di erdhejê de 2 zarokên wê û 2 neviyên wê jiyana xwe ji dest dane. Osun, bi lêv kir ku di erdhejê de pêxwas derketiye derve û wiha got: “Em pêxwaz reviyan me nezanî biçin ku derê. Zarokên min bi qêrînê mirin. Min neviyên xwe nedîtin, zarokên min jiyana xwe ji dest dan. Mal û milkê zarokê min çû. Tu tiştê wî nema. Kezeba min gelek şewitî. Ez ne li erd ne li asîman im.”   ‘BILA NEVIYÊN MIN BÊN DÎTIN’    Osun, diyar kir ku ji ber nexweşa şekrê ye bi awayekî derbasdar di konteynirekê de dimînin û destnîşan kir ku hefteyekê li ser kavilan sekinîne. Osun, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî çend rojan dora saet 04.00’an li kurê min geriyan. Kurê min çû ser kavilan cenaze derxistine. Ji min re negotin. Ez jî serê sibê çûm. Rayedarên hikumetê di roja 3’yemîn a erdhejê de hatin û dest bi kolana kavilan kirin. Rayedaran ji me re gotin ‘Em ê bibînin’. Me her du jî nedîtin. Bila neviyên min bên dîtin min tiştekî din nevê. Bila goreke wan hebe bes e.”   MA / Omer Îbrahîmoglû