Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin 2023-03-16 12:35:50   STENBOL - Li Stenbolê, amadekariyên ji bo Newroza ku dê di 19’ê adarê de bên lidarxistin didomin.    Amadekariyên ji bo Newroza ku wê îsal bi dirûşmeyên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê lidarxisitn didomin. Li Stenbolê jî wê agirê Newrozê di 19’ê adarê roja yekşemê saet 11.00’an de li Qada Yenîkapiyê bê vêxistin. Di çarçoveya amadekariyan de li gelek noxteyên bajêr afîş û pankart hatin daliqandin. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatan de mal bi mal tax bi tax digerin û serdana dikandaran dikin û belavokên vexwandina Newrozê belav kirin.