TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin 2023-03-16 13:45:15 RIHA - TMMOB’a Rihayê derbarê karesata lehiyê de ku li Rihayê rabû daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ji bo pirsgirêkên bi vî awayî neqewimin bang li berpirsyaran kir û got bila rêveberên ku berpirsyarin îstîfa bikin.   Desteya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Rihayê ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB), derbarê lehiya ku li Rihayê rabû de û rê li ber mirina gelek mirovan vekir, li Odeya Endezyarên Înşaetê ya Şaxa Rihayê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Sekreterê ÎKK’a Rihayê ya TMMOB’ê Fîkret Çakir ve hat xwendin.    Çakir diyar kir ku sedema karesata lehiyê yek jê bêplanbûn e, avakirina bajarên belavbûyî, rêveberên herêmî û şeredarên AKP'yî bajar teslîmî polîtikayên rantê kirine.    Çakir destnîşan kir ku divê rêveberên ku berpirsyarin îstîfa bikin û ji bo pirsgirêkên bi vî rengî neqewimin van pêşniyazan kir:    * Ji bo xesarên ku ji ber lehiyê li qadên dîrokî û cihên turîstîk çêbûye di zûtirîn demê de bên eşkerekirin û ji bo pêşî li karesatên nû bê girtin, tedbîrên pêwîst bên girtin.   * Eraziyên çandiniyê û rûbaran bi vekirina qadên giştî û bazirganî/nîştecihiyê ji bo pêşketinê neyên çêkirin.   * Ji bo bajarvaniya saxlem divê di çêkirina projeyên veguheztinê yên wek pir, xêzên şax, rêwiyan û rêbendên otobanan ku ji aliyê şaredariyan ve tên çêkirin de, bi odeyên pîşeyî re hevkarî bê avakirin.   * Divê ji nû ve hesabkirina rêjeyên herikîna projeyên parastina lehiyê yên ku di robaran de hatine çêkirin an jî tê plankirin ku bên çêkirin revîzyonên pêwîst bên kirin.   * Projeyên binesaziyê yên girîng ên jiyanî yên wekî avjenî, ava baranê û ava çopê pêdivî ye ku li gorî pîvana pêşbîniya nifûsa bajêr, rêgezên zanist û tenduristiyê bêne nûvekirin.   * Divê di kargehên xurek û depoyên xwarinê yên li herêma bandora lehiyê de ewlekariya xwarinê di zûtirîn dem de were kontrol kirin.   * Divê rewşa mexdûrên erdhejê yên ku di kon û konteyniran de dijîn di demek herî kin de bê tesbîtkirin û di warê zanistî û tenduristiyê de başkirinên pêwîst bên kirin.   * Planên Afatê yên Awarte hewce ne. Di bûyera felaketekê de, li qatên bingehîn ên avahîyên ku li qiraxa çem in, li cihê ku xetereyên lehîyê di avahiyan de çêbibin, li cihê ku ji nişka ve niştecîh çêbibin, divê bi lezgîn li ser qatên van avahiyan lêkolînên jeolojîk bên kirin.   * Divê nexşeyên xetereyên avahiyên ku piştî erdhej û lehiyê hene bêyî ku dem bê windakirin were amadekirin û ji ber ku avahiyên ku hatine tespîtkirin ku zirareke mezin dîtine ji ber lehiyê bandoreke neyînî li wan kiriye divê di zûtirîn dem de xebatên hilweşandinê bên kirin.”