Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin 2023-03-16 14:02:27   ENQERE - Derheqê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan de bi sedema daxuyaniya “Qirkirina Ermenan” doz hatibû vekirin. Doz, bi hinceta ku dadger bidestûr e hate taloqkirin.    Bi hinceta daxuyaniya bi ser navê “Ji bo edalet û heqîqetê dawî li înkarkirina Qirkirina Ermenan bînin!” ku di 24’ê nîsana 2017’an de li ser malpera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hatibû parvekirin, derheqê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan de bi îdiaya “Yekser Dewleta Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye” doz hatibû vekirin. Sêyemîn danişîna dozê hate taloqkirin. Bi hinceta ku dadgerê 24’emîn Dadgeha Sizayên Giştî ya Enqereyê bidestûr e, bêyî ku danişîn were lidarxistin ji bo demekî pêş hate taloqkirin. Dîroka rûniştina din pêş nehate diyarkirin.