Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn 2023-03-16 14:16:05 ENQERE - Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû diyar kir ku Newrozê weke roja hesabpirsîna ji Dehaqan dibînin û wiha got: “Dê ruhê ‘jin, jiyan, azadî’ û têkoşîna jinan vê îktîdara despot têk bibe.”    Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê dê Newroza îsal di 19’ê adarê de li Anitparkê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” pîroz bikin. Têkildarî Newrozê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi agirê Newrozê re ber bi azadiyê ve” hatibû daliqandin. Seroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut, Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû û gelek sazî û nûnerên wan tev li civînê bûn. Sînemîllîoglû di daxuyaniyê de got ku Newroza îsal bi xemgîniyeke mezin pêşwazî dikin.    Sînemîllîoglû diyar kir ku bi hezaran sala ye Newroz weke sembola vejînê tê pîrozkirin û wiha got: “Di serî de gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn di vê rojê de daxwazên xwe yên polîtîk û çandî bi bîr dixin. Newroz, ji bo me tê wateya hesabpirsîna ji Dehaqên hemdem û nîşandana îradeya têkoşînê ye. Newroz tenê nayê wateya mizgîniya vejîna xwezayê lê di heman demê de hesabpirsîna ji serdestên li dijî xweza û mirovahiyê sûcên mezin dikin jî. Banga me li her kesî ew e ku ji bo hesabpirsînê de 19’ê adarê de biherikin qada Anitparkê. Dê ruhê ‘jin, jiyan, azadî’ û têkoşîna jinan vê îktîdara despot hilweşîne. Divê Newroz li gorî vî ruhî bê pêşwazîkirin.”   Piştre jî Endamê Partiya Şoreşger Enes Tekîn û nûnerên saziyan axivîn.