Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin 2023-03-16 14:41:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên têkildarî Komkujiya Helebceyê hatin kirin de qurbanî hatin bibîranîn û hate xwestin ku Helebçe weke qirqirina kurd were nasîn.  Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê di salvegera 35’emîn de  hatin bibîranîn.    ŞIRNEX   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê bi boneya salvegera komkujiya Helebçeyê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê li eywana konferansê sînevîzyonek hat temaşekirin. Di daxuyaniyê de pankarta, “Em komkujiya Helebçeyê tu caran ji bîr nakim” hate vekirin. Parlementerên HDP’ê yên bajêr Hasan Ozguneş, Huseyin Kaçmaz, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçe, rêveberên DBP’ê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û TJA tev li daxuyaniyê bûn.    ‘EM Ê JI BÎR NEKIN’   Metna daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdûllah Gungen ve hat xwendin. Gungen, diyar kir ku ew ê heta dawiyê tekoşina xwe ya li dijî hişmendiyên qirker bidomînin û got: “Li başûrê Kurdistanê, li bajarê Helebçeyê beriya 35 salan, di 16’ê adara 1988'an de, bi komkujiyeke hovane ruyê mirovahiye nivîsî bû. Balafirên rejima faşîst a Baas bi fermana Saddam Huseyîn ê xwinrêj, bombeyên kimyayî yên jehrbar di ser bajarê Helepçeyê de mirin barandin. Ev tevkuji bi navê ‘Komkujiya Helepçe’ kete dirokê. Komkujiya Helepçê di diroka mirovahiyê de, weke xalek reş cihê xwe girt. Em disa dibêjin çawa me Dêrsim, Geliyê Zîlan, Amûdê, Enfal bi giştî, Taxa Gazî, Ezidî, Şengal, Roboskî û hemû komkujiyên din ên ku bi desté desthilata faşîst hatin serê gelê me ji bîr nekirin, em ê Helebçeyê jî ji bîr nekin.”   Piştre parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş axivî. Ozguneş jî got ku ew ê di her keliya tekoşina xwe de ji faîlên komkujiyê kurd re hesab bipirsin.   TIFAQA KURDISTANÎ HELEBÇE BI BÎR ANÎ   Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanî têkildarî salvegera 35’emîn a Qirkirina Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi serenavê “Hîroşîma Rojhilata Navîn, Qirkirina Helebçe!” hate dayîn de qirkirin careke din hate şermezar kirin.    Daxuyaniya Tifaqa Kurdistanî wiha ye: “Em bîranîna wan şehîdên ku  jiyana xwe ji dest dane re bi rêzdarî serê xwe ditewînin.  Sere gele me sax be. Êş û azarên ne dîtî hatin serê gelê me bi taybetî jî êşa  dayikên me êşa me ye û em ê her tim hîs bikin. Em komkujiyê şermezar dikin. Em ji gelê xwe re ji bo encamên rûdanên çekên kimyewî li ser civakê tenduristiyek, demek xweş dixwazin.    Gelê me di 16’ê Adara 2023’yan de dema komkujiya Helebçeyê bi bîr tînê, di 6’ê Sibata 2023’yan de li Mereşê bi du erdhejên mezin re rû bi rû bi karesateke nû hat. Di erdheja ku ji Amedê heta Efrîn-Cindirês pêk hat û bi giranî li Kurdistanê pêk hat, ji hejmarên fermî ku hatin eşkerekirin zêdetir mirî û birîndar hene. Ji gelê me re sersaxiyê. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane re dilovaniya Xwedê, ji malbatên wan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Û em bang li gelê xwe û saziyên sivîl dikin ku bi gelê me yê herêma erdhejê re bê navber hevgirtina xwe bidomînin.   Helebçe yek ji wan birînên ku di dîroka gelê Kurd de nayê pêçandin e. Dîroka gelê me hezkirin eşqa azadî û serxwebûnê ye. Ji aliyekî ve dîroka berxwedanên mezin, serhildan û serkeftin an ji bo azadiyê ye. Li aliyê din Helebçe yek ji van qirkirinan dîroka koçberkirina mezin û ya herî girîng e. Bikaranîna gazên kîmyewî li Helebçe xeleka dawî ya jenosîda ku rejîma Baas a kolonyal a Iraqê di sibata 1986’an de di bin navê Operasyona Enfalê de li dijî gelê me da dest pê kirin. Di encama êrîşên rejîma BAAS’ê yên bi balafirên gaza kîmyewî yên 16’ê Adarê de zêdetirî 5 hezar sivîlên bêparastin jiyana xwe ji dest dan û zêdetirîn10 hezar kes jî birîndar bûn. Û ya herî girîng jî, bi zirarên giran ên ku li mirov û xwezayê çêkiriye, pirsgirêkên mezin ên tenduristî û jîngehê berdewam dikin.   Cîhan li hemberî Hîroşîmaya Rojhilata Navîn bêdeng ma! Wê rojê, erê, di wê roja dîrokî de, li Rojhilatê Cîhanê tu bertek nehat nîşandan. Ji ber ku ew hevalbendên Saddam bûn. Li cîhana Rojava bertekên pir û pir qels hebûn. Ne tenê Yekîtiya Sovyetê, Çîn, DYA û YE’yê jî li hemberî komkujiya Helebçeyê bê dengiya xwe ecibandin.     Her wiha dema ku rejîma Seddam qirkirina Enfalê didomand, di Lûtkeya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya ku di 26-29’ê çileya 1987’an de li Kuweytê hat li dar xistin de tu bertek nîşanî qirkirinê neda. Di rastiyê de Rêxistina Hevkariya Îslamî ku tenê sê roj piştî komkujiya Helebçeyê li hev civiyan, lê dîsa bêdeng man. Cîhan li hemberî Hîroşîmaya Rojhilata Navîn bêdeng ma. Bi gotineke din, gelê me di cîhanê de bi tene, bi serê xwe bû, dema ku rastî wê qirkirina mezin hat!   Em dibînin ku kolonyalîst di her firsendê de israr dikin ku statuya heyî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojava ji holê rakin, an jî bi kêmanî qadên bandor û desthilatdariya xwe teng bikin. Ji ber ku Tirkiye di rojên pêşiyê de ku yek ji mezintirîn erdhejên dîroka xwe rû da, êrîşên xwe yên li ser Rojava ranewestand. Metirsiya zext, koçberkirin û qirkirinê li ser gelê me li çar parçeyan didome. Wek Xebata Tifaqa Kurdistanî; Li dijî vê metirsiyê em bang li konevaniya kurd û gelê xwe dikin, bi taybetî desthilata Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojava ku bi yekdengî û bi hev re tevbigerin. Em bang li hêzên demokratîk ên cîhanê û raya giştî dikin ku di vê dema aloz de bi gelê me re hevgirtina xwe çêbikin, bidomînin. Bimrê konevaniya kolonyalîzm û qirkirinê!”   ÊLIH    Rêxistina HDP’a Êlihê il ber avahiya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Helepçe nayê ji bîr kirin” hate vekirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, Platforma Ked û Demokrasiyê, rêxistinên bajêr ên HDP’ê, DBP’ê û Partiya Kesk a Çep û gelek welatî beşdar bûn.    Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Êlihê Sedef Ozdemîr a metna çapemeniyê xwend wiha got: “Em Komkujiya Helepçeyê û qêrîna zarokan a ‘Dayê bêhna sêvan tê’ ji bîr nakin. Em kesên ku ji bo li ser kurdan bi ceribîne çekên kîmyewî dan Rejîma Saddam û kesên Komkujiya Helepçeyê ji nedîtî ve hatin jî ji bîr nakin.”   ‘NEKARÎN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BIQEDÎNIN’   Ozdemîr, anî ziman ku komkujiyê nekarî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd biqedîne û wiha got: “Kesên ji vê dîrokî ders negirtine bi heman awayî îro li Efrînê û Serêkaniyê êrişî gel dikin. Hişmendiya duh li Helepçeyê li dijî tekoşîna rewa çekên kîmyewî û biyolojîk bikaranîn îro li Roboskê, Enqereyê, Pirsûsê, Kobanê û Kurdistanê komkujiyan pêk tînin.    Ozdemir diyar kir ku îro salvegera komkujiya Beyazit a di 16’ê Adara 1978’an de ye û di encama êrişa bombeyî ya li Zanîngeha Stenbolê de 7 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku failên komkujiyê di bîra gelan de wek lekeyeke reş mane    ÎHD: BILA WEKE ROJA QIRKIRINA KURD WERE NASÎN   Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 35’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’a komkujî şermezar kir, bal kişand ku ji Komkujiya Enfalê heta niha kurd hêj di bin gefan de ne.    ÎHD’ê ragihand ku biryar daye 16’ê adarê ya weke Komkujiya Helepçeyê tê zanîn li Tirkiyeyê weke “Roja Qirkirina Kurdan” bê naskirin û xwest ku Komara Tirkiyeyê vê qirkirinê nas bike.    ‘ENFAL SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’   Şaxa ÎHD’a Amedê jî têkildarî salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’ê diyar kir ku sûcên di çarçoveya Operasyona Enfalê de hatine kirin qirkirinin û wiha got: “Me qirkirina bi operasyona Enfalê pêk hatî 35 sal in ji bîr nekir û ji bîr nakin. Em kesê di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin.”   STENBOL   Şaxa ÎHD’a StenboLê jî têkildarî Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’a ku komkujî şermezar kir, destnîşan kir ku tevî di peymanên navnetewî de polîtîkayên qirkirinê hatine qedexekirin jî îro hêj li dijî gelê kurd çekên kîmyewî tên bikaranîn.    DIVÊ TIRKIYE QIRQIRINÊ NAS BIKE   ÎHD’ê bal kişand ku polîtîkayên şer ji bilî gelê kurd ji bo hemû mirovahiyê xetereyeke û bang kir ku di serî de Komkujiya Helepçeyê ji bo hemû sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin mekanizmaya daraza navnetewî bikeve meriyetê. ÎHD’ê da zanîn ku ji bilî Iraqê gelek dewletên cîhanê ev komkujî weke qirqirin nas kiriye û bang li dewleta tirk kir ku vê qirkirinê nas bike û hemû mirov li dijî komkujiyan têbikoşin.