Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin 2023-03-16 14:48:25   ENQERE - Serokkomarê AKP’yî Erdogan carek din derbarê neserkeftina îktidarê û saziyên dewletê ya di pêvajoya erdhejê de li xwe mikûr hat û got: “Derfetên di destê me de têr nakin.”    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di Zîrveya Teşkîlata Deweletên Tirk de axivî û carek din têkildarî ku îktidar û saziyên dewletê di pêvajoya erdhejê de neserkeftî bûne li xwe mikûr hat.    Erdogan ê ku li xwe mikûr hat wiha got: “Li hemberî van karesatên di vê pîvanê de derfetên di dest têr nakin, kêm dimînin. Me ji bo vê karesata dijwar banga alîkariya navneteweyî kir. Cîhana tirk ewilî li hawarê hat. Wê xelkê me yê ezîz tu carî vê alîkariya we ji bîr neke.”