Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir 2023-03-16 14:52:17 MÊRDÎN - Şaxa SES’ê ya Mêrdînê bi sedema “pere derbasî hesaba xwe kiriye”, giliyê Cîgirê Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê Zinar Ozmen kir.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Mêrdînê bi sedemên “Peywira xwe nebaş bi kar aniye”, “Pere avêtiye ser hesaba xwe” û “Di ewraqan de sextekarî kiriye”, derheqê Cîgirê Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê Zinar Ozmen de serlêdan sûc kir. Di serlêdanê de hat gotin ku Ozmen di mijara sala 2022’yan de li gel ku nobet negirtiye jî ji bo xwe heta 130 saetan nobet daye nivîsandin û pereyekê ne heqê xwe standiye.    Her wiha hat destnîşankirin ku dema li qeydên kamerayan û îfadeyên xebatkarên nexweşxaneyê tê nihêrtin, tê dîtin ku Zinar Ozmen di meha mijdarê de tu nobet negirtine. Serlêdan wiha bi dawî bû: “Divê nasnameyên peywirdarên ku tevî Zinar Ozmen nobet negirtiye jî weke nobet girtibe ewraq amade kirin bên tespîtkirin û li Zinar Ozmen û van şexsan doza cemaweriyê bê vekirin.”