Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû 2023-03-16 14:53:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû. Sakarya, Stenbol, Enqere û Duzce jî bi erdhejê hesiyan.    Li Bolûyê bi pileya 4.8 erdhej çêbû. Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Afetê (AFAD) diyar kir ku erdhej saet di 13.55’an de bi kûrahiya 8.13 kîlometreyan pêk hatiye. Hate diyarkirin ku navenda erdhejê navenda Bolûyê ye. Sakarya, Stenbol, Enqere û Duzce jî bi erdhejê hesiyan.    Rasatxaneya Kandîlliyê jî ragihand ku erdhej bi pileya 4.7’an çêbûye û kurahiya wê 9,6 kîlometre ye.