Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin 2023-03-16 15:58:14   AMED - Kolanên Amedê bi pankartên danasîn û banga Newrozê hatin xemilandin.   Li kolanên Amedê ji bo danasîn û bangawaziya Newrozê pankartên “Her der newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” hatin daliqandin. Newroza ku dê li 43 navendan bê pîrozkirin diyarî kesên di karesata erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin. Tax û kolanên Amedê beriya Newrozê çend rojan bi pankart û afîşên Newrozê hatin xemilandin. Di pankartan de cih û saetê Newrozê jî hate diyarkirin. Li gorî vê yekê wê fînala Newrozê di 21'ê adarê de saet di 10.00'an de li Parka Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê bê lidarxistin.    JI DESTÛRÊ SERLÊDAN HATE KIRIN   Li aliyê din Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo Parka Newrozê ya pîrozbahî lê bên kirin serî li Walitiyê da, bi bariyerên polîsan dest bi girtina derdorên parkê hatin kirin.