Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir 2023-03-16 16:23:13   ENQERE - Di encama muzkareyên di navbera HDP, TÎP û EMEP’ê de aliyan li hev kir.    Civîna Tifaqa Ked û Azadiyê ya saet di 11.00’an de li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest pê kirî hêj berdewam e. Civîn, bi rojevên namzetiya serokkomariyê û hilbijartina giştî tê lidarxistin. HDP’ê pêşniyar kir ku bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinê lê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) li dijî vê pêşniyarê derketin û xwestin ku bi lîsteya xwe bikevin hilbijartinê.    Li ser vê yekê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş û Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz re hevdîtina muzakereyê kirin.    Di encama hevdîtinan de aliyan li hev kir. Tifaqa Ked û Azadiyê dê hûrgiliyên lihevkirinê bi awayekî nivîskî weşîne.    MA / Ozgur Paksoy